Li Girtîgeha Şakranê şewba weremê

Hate diyarkirin ku li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ligel Covîd-19’ê bi şewba weremê jî ketine. Hate ragihandin ku rêveberiya girtîgehê ser vê bûyerê girtiye û tu tevdîr nestendiye.

Delîl Tekîn ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Şakranê de ye ji malbata xwe re ragihand ku ji xeynî şewba Covîd-19’ê şewba weremê jî heye. Xwişka wî Vesîle Tekîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li dijî vê rewşê tu tevdîr nestendiye.

Tekîn wisa qala rewşa li girtîgehê kir, “Dema ku birayê min cara dawîn telefonî me kir, dengê wî bi fikar bû. Ji min re got ji xeynî vîrusê werem jî zêde bûye û rêveberiya girtîgehê tu tevdîrê nastîne. Diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi ser de van nexweşiyan vedişêre û dema ku ew alavên ji bo hîjyenê dixwazin jî rêveberiya girtîgehê nade wan. Girtîgeh tevdîrê nastîne û destûrê nade ku tevdîr jî were stendin. Xetere li ser hemûyan heye. Divê girtîgeh tevdîrê bistîne. Heke rewşeke wisa hebe divê parlementer û parêzer vê rewşê lêkolîn bikin.”