Li Girê Spî (Til Ebyad)ê pevçûnên dijwar
Li Girê Spî (Til Ebyad)ê pevçûnên dijwar
Li Girê Spî (Til Ebyad)ê pevçûnên dijwar
Hate ragihandin ku li gundên Susikê, Sarincê û Çelebê yên Girê Spî (Til Ebyad)ê di navbera hêzên YPG’ê û komên çeteyan de pevçûnên dijwar derketine.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, saet li derdora 22.00’an de li gundên Susikê, Sarincê û Çelebê yên girêdêyî Girê Spî di navbera hêzên YPG’ê û komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra de pevçûn derketin. Hate ragihandin ku pevçûn li gundê Çelebê ku 15 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Girê Spî dijwar bûye û hêzên YPG’ê gund dorpêç kirine. Hate gotin ku kuştî û birîndarên komên çeteyan hene, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Hate gotin ku pevçûn li gundê Bîrgelê jî belav bûye û li vir jî 3 endamên komên çeteyan hatin kuştin. Pevçûn didomin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komên çeteyan di saetên serê sibehê de gelek çekdar û cebilxane li gundê Çelebê bi cih kirin û di saetên êvarê de jî pevçûn derketin.