Li Girê Spî 13 endamên çeteyên Dewleta Îslam hatin kuştin
Li Girê Spî 13 endamên çeteyên Dewleta Îslam hatin kuştin
Li Girê Spî 13 endamên çeteyên Dewleta Îslam hatin kuştin
Li gorî agahiyên hatine stendin şevê din li Girê Spî (Til Ebyed), Girgê Legê, Tirbespiyê şerên dijwar pêk hatin. Hate ragihandin ku li gundê Sûsikê, Sarincê, Çelebê, Xelefo, Bîrkino 13 endamên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ El Nusra hatine kuştin. Li gundên Mazlûma û Taya yên Tirbespiyê û gundên Girhok û Qîro yên Girkê Legê jî şevê din cih bi cih pevçûn hebûn.
Li gorû agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, piştî ku alîkarî ji Reqqayê ji bo Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra re hatiye û gundê Çelebê yê 15 km dikeve başûrê Til Ebyed Yekîneyên Parastina Gel operasyonek li dar xistine. Hate zanîn ku di encama wê operasyonê de şer li gungê Sûsikê û Sarincê belav bûye û şerên dijwar qewimîne. Hate ragihandin ku pevçûn li gundê Çelebê ku 15 kîlometre dikeve başûrê rojavayê Til Ebyadê dijwar bûye û hêzên YPG’ê gund dorpêç kirine. Li wir 3 endamên çeteyên El Nusra hatine kuştin. Hate gotin ku pevçûn li gundê Bîrgelê jî belav bûye û li Benzînxana Xelefo ya 4 km Rojavaya Til Ebyed dikeve di şerê şevê din de 10 endamên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Di şer û pevçûnên duh de jî 60 endamên çeteyên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ El Nusra hatibûn kuştin û gelek çek û cebilxane ji aliyê YPG’ê ve hatibûn desteserkirin.