Li Geziyê roja biryarê
Li Geziyê roja biryarê
Li Geziyê roja biryarê
Çalakgerên berxwedana Parqa Gezî, encamên forumunên piştî hevdîtina di navbera nûnerên koma Piştevaniya Taksîmê û serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de pêk hat dê îro ji rayagiştî re aşkera bike.
Koma Piştevaniya Taksîmê ya ku bi Erdogan re hevdîtin kir, şûnd ket nav xebateke girîng. Ji duh de heta îro li 7 nokteyan forumên vekirî pêk hatin û her wiha di vê pêvajoyê de nêrînên her kesî yên liser Twîtter û Facebookê hatin nirxandin. Piştevaniya Taksîmê dê îro daxuyaniyê bide û di mijara berxwedanê de biryarên hevpar ji rayagiştî re aşkera bike.
Berxwedêrên nûnerên piştevahiyê 4 daxwazên ku ji AKP û serokwezîr re ragîhandine û her wiha nêzîkatiya wan ji forumên Parqê yek bi yek re vegotin û her wiha her kesî mafê axaftinê girtin. Yek bi yek nêrînên xwe ji qelebalixê re vegotin.
Nîşe hatin girtin û li gorî agahiyên ku nûnerên piştevaniyê dane, li gorî van biryaran dê nexşerêya Parqa Gezî derxînin holê.
LI ENQEREYÊ PEVÇÛN DIDOMIN
Çalakiyên ku di hefteya sêyemîn de didomin, li Enqerê seranserê şevê pevçûnan berdewam kir. Li Enqreyê li Çayyoluyê saet di 21.00’an de bi hezaran kes hatin cem hev û hikûmet protesto kirin.
Li cadeya Kennedy saet di i23.00’an de bi sedan kes bi polîsan re hatin rû hev û çalak îli kolanan berdewam kir. Polîsan 28 kes binçavkirin.