Li Geverê polîsan 2 kes qetilkirin
Li Geverê polîsan 2 kes qetilkirin
Li Geverê polîsan 2 kes qetilkirin
Li navçeya Geverê girseya ku êrîşên li dijî gorên gerîlayên HPG’ê protestokirin polîsan êrîş pêkanî. Polîsan çek bikaranî û di encamê de 2 kes qetilkirin.
Bihezaran Geveriyên ku li ber Nûnertiya Geverê ya MEYADER’ê kombûn ber bi Otela Osloyê ve meşiyan. Piştî meşê girseyê daxuyaniyek da û polîsan bêy ku hişyariyekê bikin bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kirin.
Ciwana bi kevir, guleyên hewayî û molotofan bersiva polîsan da. Pevçûn demek dirêj domkir. Di dema bûyeran de polîsan çek bikaranîn û 2 kes qetilkirin.