Li Geverê jî berxwedana ciwanan a ji bo Rojava hebû

Li Geverê jî berxwedana ciwanan a ji bo Rojava hebû

Li Gevera Colemêrgê ji ber êrîş û qetlîamên li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Cejna Remezanê nehat pîrozkirin di navbera ciwan û polîsan de pevçûnan rû da.

Ciwanên Geverî li navenda çarşiyê bend danîn û agir pêxistin. Ciwanên ku dirûşmayên “Bijî Rêber Apo” û ji bo Rojava dirûşm qîr kirin rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Di pevçûnên ku bi saetan berdewam kirin de ji ber kevirên ku ciwanan avêtin maşîneyeke zirxî ya bi navê dûpişk qulipî. Paşê gelek polîsên ku bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê maşîneya qulipî bû birin.