Li Geverê di teqîna mayînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Geverê di teqîna mayînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Geverê di teqîna mayînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li şûna qereqola seyar a leşkeran a herêma Dostkîyê ya Navçeya Geverê, mayin bi zarokê 14 salî Mugdat Çavmak de teqîya. Çakmak jiyana xwe ji dest da.
Li herêma Dostkî ya navçeya Gevera Colemêrgê ku 30 kîlometre dûrî Geverê ye, li Girê Ramanê yê herêma gundê Gulortê li şûna qereqola seyar a leşkeyan mayîn teqiya. Di teqîna mayina leşkeran de zarokê 14 salî Mugdat Çavmak bi girani birîndar bû. Gundiyên çûn cihê bûyerê Çavmak ê ku bi giranî birîndar bû hilgirtin û 5 km bi meş birin ser rê. Gundiyan Çavmak, li vir li maşînê kirin û Rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Çavmak li Nexweşxaneya Dewletê jiyana xwe ji dest da. Dozgerê Komarê yê Geverê piştî bûyerê têkildarî teqînê lêpirsîn da destpêkirin.
3 ROJ BERÊ DÎSA TEQÎN PÊK HATIBÛ
Di 21'ê Gulanê de jî li tenişta Qereqola Yeşîltaşê ya Gundê Şitazinê yê Navçeya Gevera Colemêrgê zarokê 17 salî Îbralîm Kartal dema sewalên xwe diçêrandin mayîn teqiyabû. Di teqîna mayine de Îbrahim Kartal (17) bi giranî birîndar bûbû. Kartal, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kiribûn.