Li Gelsenkîrchenê semînera li ser Rojava

MLPD'ê li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê semînerek li ser Rojava organîze kir û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç lê axivî.

Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) li ser Rojava semînerek organîze kir. Nêzî 300 kes tevlî semînera li Gelsenkîrchenê bûn.

Nûnera Piştevaniya Navneteweyî ya MLPD'ê Monîka Gaertner-Engel moderatorî ji semînerê re kir û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç li ser rewşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn axivî.

Hevseroka KNK'ê diyar kir, şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo rizgariya hemû gelên herêmê bûye modelek.

Koç qala modela konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Rojava.

Berdevka Piştevaniya Navneteweyî ya MLPD'ê Monîka Gaertner-Engel jî bal kişand ser berpirsyariyên xwe yên ji bo avakirina Rojava. Semîner bi muzîkê qediya.