Li gelek welatan wê ji bo Ocalan û Efrînê çalakî bên kirin
KCDK-E ji bo xwedîderketina li Ocalan û Efrînê 8-9-10’ê Tîrmehê li gelek welatan wê çalakiyan bike. KCDK-E’yê ji bo van meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E ji bo xwedîderketina li Ocalan û Efrînê 8-9-10’ê Tîrmehê li gelek welatan wê çalakiyan bike. KCDK-E’yê ji bo van meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo meş û mîtîngên bi mebesta xwedîderketina li Ocalan û Efrînê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk dixwaze Rojhilata Navîn ber bi kaosekê ve bibe û wiha hate gotin:
"Faşîzma AKP-MHP polîtîkayên komkujî, înkar û qirkirinê piştî Bakurê Kurdistanê niha dixwaze li Şengal, Rojava û Efrînê pêk bîne. Li Kurdistanê bi berxwedana Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Arîn Mîrkan û hevalên wan mêtingeriya TC’ê hatiye şikandin. Dewleta Tirk neçariya xwe ya herî mezin a dîrokî dijî. Sîstem xitimiye, hem li dinyayê hem li herêmê neçar maye. Mêtingeriya Tirk a tengezarbûyî ji bo xwe ji vê tengezariyê xilas bike hewl dide ku rojevê biguherîne, gotinên nîjatperestî ji xwe re dike ala û dixwaze armancên xwe yên mêtingerî pêk bîne. Ji bo vê jî niha Efrînê dixwazin ji xwe re bikin hedef. Ev hemû armancên dagirker û mêtinger pîvazeke xirabe nakin.
'PEYWIRA KURDAN Û MIROVAHIYA PÊŞKETÎ'
Paradîgmaya Konfederaliya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan van armancan pûç dike û her ku diçe dibe sîstemeke ku tê qebûlkirin. Ji bo ku di navbera gel û baweriyan de jiyaneke azad û wekhev ava bike projeya çareseriyê li ber mirovahiyê datîne. Modêla Rojava ku firazeya vê paradîgmayê ye ji bo mirovahiyê bûye tekane rêya çareseriyê û hêvî. Ji bo vê jî parastina Şoreşa Roajva û hemû nirxên destkeftî hem jiyanî ye û hem jî peywira Kurdan û peywira rûmet û welatparêziyê ya mirovahiyê ye.
'WÊ NIKARIBIN TÊKÇÛNA XWE BISEKÎNIN'
Gelê me bi berxwedana dîrokî ya Kobanê çawa têkçûna dîrokî bi DAIŞ’ê ya desthilatdariya AKP’ê dabe jiyîn, niha jî bi azadkirina Reqayê, navenda DAIŞ’ê vê gaveke dî pêş ve dibe. Teqez e ku têkoşîna me ya azadiyê bi pêşengbûna xwe ya li şoreşa Rojhilata Navîn nêz e ku navenda hişmendiya Erdogan-DAIŞ’ê li bin guhê erdê bixîne. Erdogan û paşverûyên herêmê di nav vê tirs û xofê de dîn û har dibin lê ev perpitîna wan wê nikaribe têkçûna wan bisekinîne.
Polîtîkaya wan a derve ya ku li ser derewê ava bûye têk çûye, li hemû dinyayê maskeya li ber rûyê wî ketiye, li Elmanyaya Merkel ku dilsoztirîn paşverûtiya Erdogan e, hatiye wê astê ku nikare cihekî bibîne ku bikaribe lê biaxive. Ji ber polîtîkayên wî yên ku diyar bûne rawestina endamtiya li Konseya Ewropayê bi têkoşîna biryardar û mafdar a gelê me çêbûye.
Li pêşberî van hemû geşedan, destketiyan û li dijî vê li pêşberî paşverûtiya ku dîn û har bûyî çalakiyên xwedîderketiyên yên li Rêbertiya me û Efrînê wê bibe bersiv û şeqamek li dîktatoriya Erdogan. Li dijî armancên mêtingeriya Tirk a dagirkeriyê em têkoşînê û ji bo azadiya Rêber Apo em çalakiyên xwe bi giyanê Kobanê geş û gur bikin.
'EM BI RUHÊ KOBANÊ TEVLÎ BIBIN'
Em KCDK-E, ji bo meş û mîtîngên 8-9-10'ê Tîrmehê yên li Elmanya, Kanada, Japonya, Fransa, Awûstûrya, Swîsre, Îngilîstan, Belçîka, Danîmarka, Hollanda û Yewnanîstanê bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku bi ruhê Kobanê tevlî bibin."
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
Di daxuyaniyê de li ser dem û cihê meş û mîtîngan ev agahî hatin dayin:
ELMANYA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 11.00
Cih: Meydana Deichtorhallen, Hamburg
BELÇÎKA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: Navbera 14:00 - 17:00
Cih: Place Saint Laber Liege
HOLLANDA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 15.00
Cih: Meydana Dam, Amsterdam
YEWNANÎSTAN
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 18.00
Cih: Meydana Syntagma
AWÛSTÛRYA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 16.00
Cih: Martin-Luther-Platz, 4020 Linz
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: Navbera 13.00 – 18.00
Cih: Christian Brodaplatz (Europaplatz) Wien
DANÎMARKA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: Navbera 13.00 – 14.00
Cih: Gammeltrov
FRANSA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 17.00
Cih: Place de la République Paris
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 18.00
Cih: Place Canebiere, Marsilya
JAPONYA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 15.00
Cih: Saitama ken kawaguchi shi Kawaguchi
KANADA
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 19.00
Cih: Bloor and Yonge, Toronto
ÎNGILÎSTAN
Dem: 9'ê Tîrmeha 2017
Saet: 11.00
Cih: Nottingham Kurdisch Cominty Center (KCC) Nottingham
Dem: 10'ê Tîrmeha 2017
Saet: 19.00
Cih: Edmonton Angel Corner, London
SWÎSRE
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 15.00
Cih: Rue de Romont, 1700 Fribourg (Pêşberî Manor)
Dem: 8'ê Tîrmeha 2017
Saet: 13.30
Cih: Qada 1'ê Gulanê (Wê mîtîng bê lidarxistin û dosya radestî rayedarên kantonê bê kirin)