Li gelek navendan Newroz hate pîrozkirin

Tevî hewldanên qedexekirina AKP’ê jî bi hezaran kes li kevneşopiya Newrozê xwedî derketin. Girseya berxwedan li taxan berfireh kir, agirê Newrozê geş kir.

Tevî hewldanên qedexekirina AKP’ê jî bi hezaran kes li kevneşopiya Newrozê xwedî derketin. Girseya berxwedan li taxan berfireh kir, agirê Newrozê geş kir.

ELEZÎZ

Tevî biryara qedexeya Walîtiya Elezîzê jî gel ê li ber Garaja Hozat li hev kom bû, Newroz pîroz kir. Girseya ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Endama Dîwana Serokatî ya KCD’ê Mulkiye Bîrtane jî hebû, li ber Garaja Hozatê kom bû. Dema Mulkiye Bîrtane daxivî, bi dirûşmeyên nîjadperestî êrîşa komek faşîst bû sedema aloziyê. Gel bi dirûşmeya “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” bersiv dan êrîşa faşîstan.

Piştî rageşî bi dawî bû, Bîrtane îfade kir ku du rê li pêş gelan hene, aştî û şer. Bîrtane wiha dewam kir: “Aştîxwaz her diçin zêde dibin. Em ji ber vê dibêjin Newroz aştî, azadî, xwişktî û biratî ye. Wek Mazlûm Dogan dibêje, em jî dibêjin ‘Berxwedan jiyan e’. Lewre em li ber xwe didin. Em ê serî li ber şerxwazan netewînin.”

Piştre Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan jî got rojên ronahî û xweş li benda me ne.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” bi dawî bû.

 AMED/LICÊ

Li navçeya Licê ya Amedê jî tevî walîtiyê Newroz qedexe kir jî gel bi coş Newroz pêşwazî kir. Licêyiyên qedexe paşguh kirin li ber avahiya Rêxistina DBP’a Navçeyê li hev kom bûn. Beriya pîrozbahiyê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr bi kurtahî axivî, got: “Dewlet çawa nikare hatine biharê asteng bike, nikare Cejna Newrozê jî asteng bike. Tevî qedexeyan jî em ê Newroza gelan bi coş pîroz bikin.”

Piştre Pîr û Hevşaredarê Licê Rezan Zugurlu bi hev re agirê Newrozê pêxistin, ji bo Newroza Amedê ya sibehê banga tevlîbûnê li gel kirin.

AMED/ÇERMÛG

Bi sedan kesên ku Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, rêveberên DBP û HDP’a Amedê jî di nav de li ber avahiya Rêxistina DBP’a Çermûgê li hev kom bûn, qedexe paşguh kirin û Cejna Newrozê pîroz kirin. Li ser navê girseyê Taşçier axivî, Newroz li gel pîroz kir. Got: “Îro dixwazin Newrozê qedexe bikin, lê wê hêza ti kesî têra vê neke.”

Piştî daxuyaniyê pîrozbahî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 

STENBOL

Li Stenbolê jî tevî hemû qedexe û astengiyan Newroz hate pîrozkirin. Li perava Kanarya di pêşengiya ciwan û jinan de Newroz tevî hemû êrîşan jî tê pîrozkirin, polîsan avahiyek li Cadeya Şahîn dorpêç kirin, du ciwanên di avahiyê de derb kirin û binçav kirin. Li navçeya Bahçelîevler li Taxa Zafer jî polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş birin ser gelê Newroz pîroz dikir. Ciwanan bi xweparastinê bersiv dan çeteyên Qesrê.

Li Taxa Gazî ya girêdayî navçeya Sûltangazî ku ji serê sibehê ve berxwedan didome, gel bi banga HDP’ê li Parka Peyker kom bû. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Ciwanan jî bi berxwedanê êrîş bersivandin.

AYDIN

Li Taxa Ovaeymîr a Aydinê polîsan êrîşî gelê ku dixwest Newrozê pîroz bikin kir. Tevî ketin û derketina taxê jî hat dorpêçkirin, gel gihişt qada Newrozê û agir pêxistin. Girse li gel helbestan govend gerandin, li ser vê yekê polîsan êrîş kir. Bi êrîşan re gel bi erka xweparstinê bersiv dan.

Di êrîşan de 2 kes hatin binçavkirin, polîsan dest danî ser sîstema deng ya pîrozbahiyê.

Aloziyên li taxê hê jî didomin.

SÊRT

Ji bo Newroza bi heybet a li Botanê bê pîrozkirin li Sêrtê jî hemû amadekarî bi dawî bûn. Ji saetên sibehê ve ji bo Newroza sibehê stranên berxwedanê bi anonsan di nava bajare de tûr davêjin. Berdevkê Komîteya Amadekariya Newrozê Kakir Şendûryildiz diyar kir ku ji bo Newroza sibehê wê hêjmarekî zêde gel beşdar bibin û pirsgirêkên teknîkî hemû qedandine.

Şendûryildiz di serî de bang li xwedekaran û tevahî gel kir ku beşdarî Newrozê bibin.

KONYA

Pîrozbahiya Newrozê ya ku sibehê wê ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya bajarê Konyayê hat betalkirin. Ji bo pîrozbahiya Newrozê 19’ê Adarê ji aliyê Walîtiya Konyayê ve hatibû qedexekirin û ji bo 21’ê Adarê li navçeya Cihanbeyliyê bê pîrozkirin wê serlêdan li Qeymeqamiya Cihanbeyliyê bê kirin. Lê Qeymeqamtiya Cihanbeyliyê xwest ku ne weke komîteya amadekirinê li rêya kesekê weke aktivîteyekî çandî bê pîrozkirin.

Li hember vê ferzkirinê jî HDP’ê programa Newrozê betal kir.