Li gelek navendan êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê hatin şermezarkirin

Li gelek navendan êrîşên Îsraîlê yên liser gelê Filistînê hatin şermezarkirin û banga Komkujiya li Filistînê bidin sekinandin hat kirin.

ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SER GELÊ FILISTÎNÊ

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ku di 7'ê Cotmeha 2023'yan de dabûn destpêkirin didomin. Di êrîşan de herî kêm 15 hezar û 328 zarok, 10 hezar û 171 jin û bi giştî 36 hezar û 171 filistînî hatin qetilkirin û 81 hezar û 420 kes jî birîndar bûn.

Piştî Îsraîlê êrîşî Kampa Refahê kir ku Filistînî tê de diman, bertek mezin bûn. Li gelek bajaran êrîşên Îsraîlê hatin şermezarkirin.

AMED

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî êrîşa dewleta Îsraîlê ya li dijî Kampa Konan a Refahê kirî, li Parka Rojava ya navçeya Peyasa Amedê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Li Filistînê mirovahî tê qetilkirin û em nikarin bê deng bimînin” û “Li Filistînê qetlîeman bidin sekinandin û aştiyeke bi rûmet ava bikin” hatin vekirin. Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, hevşaredarên navçeyên navendî, hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê Yapi Yol-Sen’ê Mûrat Demîr ku metna daxuyaniyê xwend, anî ziman ku Rojhilata Navîn bi şerên wekaletê yên hêzên emperyalîst vediguhere qada pêşbaziyê, her roj komkujiyeke nû li komkujiyên sivîlan tê zêdekirin. Demîr da zanîn ku herî dawî di êrîşa li ser bajarê Refahê ya Filistînê de, li hemberî konên ku sivîlên ji ber şer reviyane û koçber bûne, li ber çavê hemû cîhanê komkujiyeke hovane hate kirin û wiha got: “Bi sedan jin û zarokan ji ber gulebaranê jiyana xwe ji dest dan. Em bang li hemû gelan dikin ku li cem gelê Filistînê bin, hevgirtina gelan mezin bikin û bibin dengê gelên bindest. Şermezarkirina komkujiyan ne çareserî ye, çareserî nîşandana îradeya gelan a ji bo jiyana hevpar e.”

Dû re parlementer Adalet Kaya axivî û bal kişand ser bandora şer a li ser jinan. Kaya anî ziman ku şer hertim bandora herî neyînî li ser jin û zarokan dike û wiha got: “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dijî şerên pergala mêrsalar bibin yek û têbikoşin. Bijî gelê Kurd, bijî gelê Filistînê.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî biratiya gelan” bi dawî bû.

MÊRDÎN

Hevseroka Tumbel-Senê Gulbîn Oner di daxuyaniya der barê êrîşên Îsraîlê yên li hember Fîlîstînê de axivî û got: “Êrîşên tên kirin ji nirxên mirovahiyê bêpare û hovîtiyê tesmîl dike. Divê demildets dawî li êrîşan bê û çareserî esas bê girtin.”

ÊLIH

Li Êlihê jî Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî da. Li ser navê platformê serokê Petrol-Îşê Veysel Kartal daxuyanî xwend. Vesysel destnîşan kir ku Îsraîl bi piştgiriya ku ji hêzên emperyalîst ya navneteweyî digire sûcê mirovahiyê dike û wiha got: “Di êrîşan de bi dehan mirov hatine qetilkirin û gelek kes birîndar bûne. Em komkujiyê lanet dikin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re şifayê dixwazin. Eşkereye ku Îsraîl sûcê şer dike. Hovîtiyê temsîl dike û ji nirxên mirovahiyê bêparin. Divê dorpêça li gelê Fîlîstînê bê rakirin. Kesên ji şer destkeftiyê digirin bazirganên şer in. Divê demildets êrîş bên rawestandin. Em ê piştevaniya xwe ya bi gelê Fîlîstînê re bilind bikin.”