Li gelek navendan çalakiyên ji bo Kobanê
Li gelek navendan çalakiyên ji bo Kobanê
Li gelek navendan çalakiyên ji bo Kobanê
Îro jî li Stenbol, Edene û Amedê çalakiyên bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê re hebûn.
LI STENBOLÊ NOBETA JI BO KOBANÊ
Çalakiya “Nobeta Jiyanê” ya ji aliyê rêveber û endamên ÎHD’ê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin, di roja 8’emîn de ye. Endamên Platforma Piştevaniya ji bo Kobanê destek dan çalakiya nobetê ya li Galatasarayê. Di çalakiyê de dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî biratiya gelan” hatin gotin. Serokê ÎHD’ê ya Stenbolê Abdulkadir Boga di çalakiyê de axivî û banga piştevaniya ji bo Kobanê kir.
Hevserokê HDP’ya Stenbolê Şamîl Altan jî axaftinek kir û bal kişand ser qetilkirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a ku duh li Edeneyê hate kuştin û diyar kir ku salên 1990’an tîne bîra mirov. Altan banga alîkariya ji bo Kobanê kir.
MEŞA LI MERSÎNÊ RASTÎ ASTENGIYA POLÎSAN HAT
Li Mersînê jî êrîşên li dijî Kobanê bi meşekê hate protestokirin. Meşa bi pêşengiya Platforma Jinan a Mersînê, ku dixwestin bimeşin avahiya AKP’ê ya navçeya Akdenîzê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Bi sedan jinên tevlî çalakiyê bûn, helwesta polîsan şermezar kirin û dirûşm gotin.
Di çalakiyê de dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û endama Platforma Jinên Mersînê Bedriye Bukte daxuyaniyek da û bal kişand ser rola jinên Kurd a di Şoreşa Rojava de.
Bukte diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê, di heman demê de li dijî têkoşîna jinan in û banga vekirina korîdoreke mirovahî ji bo Kobanê kirin.
LI LICÊ PROTESTO
Li navçeya Licê ya Amedê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya li dijî Rojava, li avahiya DBP’ê çalakiyek hate lidarxistin. Serokê DBP’ê ya navçeyê Îbrahîm Işik, Hevserokê Licê Harûn Erkuş û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Licê Harûn Erkûş bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Kobanê û got: “Divê hikûmeta AKP’ê careke din li ser polîtîkayên xwe yên li dijî Kobanê bifikire.”
LI SÛRÊ MEŞ
Li Navçeya Sûrê ya Amedê, komek ciwan di pêşengiya YDG-H'ê de li hev kom bûn û bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û êrîşên DAIŞ'ê şermezar bikin meşek pêk anîn. Koma ciwanên ku li taxa Lalebeyê li hev kom bûn, heta Balikçilar meşiyan. Ciwanên ku rûyên wan girtî, molotof avêtin û bênavber sloganên "Bijî berxwedan Kobanê" gotin. Polîsên hatin cihe bûyerê bi bombeyên gazê û çekên rast mudaxaleyî komê kirin. Ciwanan jî bi molotofan bersiv da polîsan. Piştî pevçûna demekê ciwanan di nava kolanan de meşa xwe berdewam kirin.