Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê terora destgîrkirinê

Polîsên Tirk li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi çarçoweya qirkirina siyasî bi ser gelek malan de girt û gelek kes destgîr kirin.

Li dijî welatî, kesayet, siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl ên civakî bênavber operasyonên pêla destgîrkirin û girtinê pêk tên. Vê sibehê jî li ser fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsan dema ku bi ser malan de girtin kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin. 
 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan bi ser mala rêvebirê HDP'ê yê berê Husnu Babat de girtin û destgîr kirin. Babat birin Midiûriyeta Polîsan a Hezexê. 
 
WAN 
 
Polîsan duh bi şev bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê de girt. Bêyî ku agahî bidin rêveberek partiyê  bi ser avahiyê de girtin û polîsan li qata çaremîn a ku aydê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye geriyan. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya "Selamileleykim,  em hatin" nivîsandin. 
 
Li aliyê din vê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hatin destgîrkirin.
 
AMED 
 
Li navenda Amedê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt, endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin destgîrkirin.
 
Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi ser dev dirêjkirin û sîleh xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Her wiha polîsan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin. Hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan. 
 
Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê
 
Tê gotin dibe ku zêdetir kes li Amedê hatibin destgîrkirin.
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê geriyan. Piştî lêgerînê Cemîle Altan destgîr kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê. 
 
ÊLIH 
 
Diyar bû ku li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Tê gotin derbarê 15 kesan de biryara destgîrkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê yên Kobanê hatine binçavkirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Li îzmîrê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran. 
 
Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" hatin destgîrkirin. Her wiha diyar bû ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser destgîrkiriyan.
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de biryara destgîrkirinê da. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin destgîrkirin.