Li gelek bajarên Elmanyayê ji bo Efrînê çalakî hatin lidarxistin

Li dehan bajarên Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku ji bo dagirkirin û qirkirina Kurdan dike, şermezar kirin.

Li dehan bajarên Elmanyayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku ji bo dagirkirin û qirkirina Kurdan dike, şermezar kirin.

AACHEN: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi sedan Kurdistaniyên li ber Mala Gel a Kurd li hev civiyan bi alên YPG/YPJ, PYD û qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî YPG û YPJ", "Erdogan kujerê zarokan e", "Terorîst Erdogan" heta navenda bajêr meşiyan. Bi navê Komîsyona PYD'ê ya Aachenê Xalit Hecîmûnsûr li meydana Elisenbrunenê axivî û bal kişand ser berxwedana lehengî ya li Efrînê tê kirin. Di meş û mîtîngê de li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrîn û tevahiya Rojava kiriye, belavok hatin belavkirin.

HAMBURG: Li Hamburgê bi banga Komîteya Xwedîderketina li Efrînê bi sedan Kurdistanî li Mönckeberg Strasseyê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" meşiyan. Antî faşîst jî tevlî meşê bûn û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkle dan.

WUPPERTAL: Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Tevî ku mîtîng bi destûra fermî hate kirin jî, polîsan destûr dan ku li heman cihî û heman wextê komeke faşîst çalakiyê bike û bi vî rengî hewl da Kurdistaniyan û koma faşîst bînin hemberî hev. Kurdistaniyan gotin ku wê neyên provokasyonan û çalakiyên xwe bi rengekî demokratîk bidomînin.

MUENSTER: Hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê dike, li bajarê Muester ê Elmanyayê hate şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan. Di çalakiyê de tifaqa û hevkariya qirêj a navbera dewletên Tirk û Elman hate şermezarkirin.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlinê, Kurdistaniyan dewleta Tirk a mêtinger û polîtîkaya bê rûmet a Rûsyayê ya li Rojava bi meş û mîtîngekê şermezar kirin. Mîtîng li ber Sefaretxaneya Bilind a DYA hate lidarxistin û ji DYA hate xwestin ku refê xwe diyar bike. Girseya gel ji vir ber bi Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê meşiya û dirûşmên "Rûsya li nava refên terorîstan e", "Terorîst Putin, Terorîst Erdoğan", "Efrîn wê li hemû dagirkeran bibe goristan" qîriya.

BREMEN: Meş û mîtînga li bajarê Bremenê jî bi beşdariya bi hezaran Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Qisekeran bang li hikumeta Elman, welatên Yekîtiya Ewropayê, NATO û Neteweyên Yekbûyî kirin ku li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan tevbigerin. Danê êvarê jî ciwanên Kurd li Hauptbahnhof a Bremenê çalakiya bê îteatiya sivîl kirin. Ciwanan gotin, bi şiyara "Efrîn bi tenê nîne" wê 24 saetan çalakiyan li dar bixin.

HANNOVER: Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, Kurdistaniyan tevî dostên xwe il Balafirgeha Hannoverê çalakî li dar xistin. Endmaê NAV-DEM'ê Altun Bischoff li vir daxuyanî da û diyar kir ku dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe, komkujiya ku dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê li Kurdan dike, ji nedîtî ve tê. Bischoff destnîşan kir ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin û Efrînê bi tenê nehêlin.

SAARBRUECKEN: Kurdistaniyên li Saarbruekenê duh jî mîtîngek li dar xistin. Mîtîng li ber Europa Galerie pêk hat û bi navê PYD Saarlandê Zerdeşt Kal axivî. Kal ji hêzên navneteweyî xwest ku li dijî komkujiya sivîlan tavilê bikevin dewrê.

STUTTGART: Li Stuttgartê, çalakiya nobedê ya Platforma Xwedîderketina lİ Efrînê dewam dike. MLPD'ê çalakiyê bi rê ve dibe. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Pêşî li Erdogan bigirin, Efrînê biparêzin" û "Azadî ji Kurdistanê re, bes e ji hevkariya dewleta federal a bi sîstema Erdogan re" hatin vekirin.

EMMERICH: Li bajarê Emmerich ê Elmanyayê, Kurdistanî li ber Rathausê li hev ciivyan û diyar kirin ku hikumeta Elman bi firotina çekan ji bo Tirkiyeyê para xwe di kuştina Kurdan de heye. Bi navê çalakgeran komekê dosyayek li ser komkujiya li Efrînê radestî rayedarên partiya SPD'ê kirin.

BONN: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê li bajarê Bonnê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û hate gotin, heta ku dagirkerên Tirk ji Efrînê derkevin wê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakgeran bang li saziyên navneteweyî kirin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li Efrînê tavilê bikevin dewrê.