Li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên ji bo xwerêveberiyê
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, didomînin. Çalakiyên rûniştinê yên li Berlîn û Kolnê bi dawî bûn. Li Dusseeldorf, Munchen û Wûppertalê çalakî hatin lidarxistin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 29 rêbendanê 2016, 08:10
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, didomînin. Çalakiyên rûniştinê yên li Berlîn û Kolnê bi dawî bûn. Li Dusseeldorf, Munchen û Wûppertalê çalakî hatin lidarxistin.
BERLÎN: Li ber Meclîa Federal a Elmanyayê (Bûndestag) konê hat vedan ji aliyê jinên Kurd ve dewr hat girtin. Heverokên Partiya Çep (Dîe Lînke) Dîetmar Barsch û Sahra Wagenknecht jî di nav de bi qasî 10 paramenteran kom ziyaret kirin û destek dan. Çalakgeran her wiha dosya radestî Wezareta Karên Derve, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, dê, rêxistinên civakî yên sivîl û nûnertiyên welatên biyanî kirin. Di van hevdîtinan de rayedarên DYA, Japonya, Îtalya û Fransayê diyar kirin, ku ew ê mijarê 'lêkolîn' bikin. Çalakiya kon, bi meşeke ber bi avahiya Serokwezaretiyê ve bi dawî bû. Çalakgeran îmzeyên berhev kirin û nameyek radestî rayedarên Serokwezaretiyê kirin.
KOLN: Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, saet di 17:00 de Kuristanî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û komên ji baweriyên cuda li Meydana Domê li hev civiyan û dirûşmên 'Kujerê zarokan Erdogan' qîriyan. Kurdistaniyên li vê derê, ji bo bala biyaniyan bikişînin ser mijarê, sînevîzyonek ji terora AKP'ê ya li Kurdistanê nîşan dan. Di axaftinên li mîtîngê de bang li gel hat kirin, ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne û bi ruhê seferberiyê xwedî li Kurdistanê derkeve. Çalakiya kon jî ku duh destpê kir wê îro saet di 17:00 de li Meydana Domê bidome. Li aliyê din wê bi pêşengiya TJK-E sibe saet di 14:00 de ji bo eyaleta NRW meşeke girseyî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hat kirin.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, li ser banga YJK-Elmanya û NAV-DEM'ê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, giseya gel daket kolanan û 3 rojan li gelek navendên bajêr çalakî pêk anî. Girseya gel duh saet di 16:00 de li Bûrgplatzê li hev civiya û daxuyaniyek da çapemeniyê. Di axaftina li vir de bal hat kişandin ser komkujiyan û helwesta Elmanyayê hat rexnekirin. Qiseker got, "Ji bo derxistina hêza dagirker a TC ji Kurdistanê, bi ruhê berxwedana xwerêveberiyê em ê têkoşîna xwe li Ewropayê bilind bikin." Di çalakiyê de ji bo meşa navendî ya sibe li ber Dêra Domê ya Kolnê banga beşdariyê hat kirin.
MUNCHEN: Komek ji endamên Ciwanên Azad li Munchenê li metoyan pankart vekir û çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anî. Ciwanan bal kişandin ser komkujiyên faşîzma AKP'ê û dewleta Tirk li Kurdistanê dikin û banga dijderketina li van komkujiyan kirin. Ciwanan ragihandin ku ew ê li dijî komkujî û şer, çalakiyên xwe bilind bikin.
WÛPPERTAL: Li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi armanca şermezarkirina êrîş û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya li ber Cîty Arkadenê de bal hat kişandin ser rewşa birîndarên li maleke li Cizîrê asê mane û hat xwestin, ku tavilê ji wir bên wergirtin. Daxuyanî bi banga beşdariyê ya ji bo mîtînga roja Şemiyê saet di 14:00 de li Kolnê were lidarxistin, bi dawî bû.