Li gelek bajarên Danîmarkayê bi hezaran li dijî qirkirina siyasî li qadan bûn

Li Danîmarkayê Kurdistanî û dosên wan di serî de li paytext Kopenhang, Odense û Holstebro ji bo HDP’ê mîtînga piştgiriyê hate lidarxisitin.

Di mîtînga protestoyê de girtina Hevserokên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementeran û êrîşên qirkirina siyasî şermezar kirin.

KOPENHANG

Di pêşengtiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, Partiya Enhedslîsten û Meclîsa Jinan a Sêvê ya Danîmarkayê li stasyona Norreportê meşek hate organîzekirin. Tevî baranê jî nêzî hezar kes ber bi Parlementoya Danîmarkayê ve ketin meşê.

Federasyona Elewiyan, Navenda Çandê ya Nazîm Hikmet û gekek Danîmarkiyan jî destek da çalakiyê. Li gel alên DHP’ê bi zimanê Danî û Tirkî pankartên mîna “Diktator Erdogan” û “Bêdengî dikuje” vekirin. Di meşê de dirûşmên mîna “Kujer Erdogan” , “ Bijî Berxwedana HDP’ê”, “Bijî HDP” hatin qîrkirin. Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtinê û şûn de li ser navê Partiya Koalîsyona Sor û Kesk a Danîmarkayê Parlementerê Enhedslîsten Nîkolaj Vîllûmsen axaftin kir.

Vîllûmsen nêzîkatî û zextên li ser HDP’ê tê meşandin bi zimanekî tund rexne kir, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji derveyî parlementeran, ji îro û şûn de xebatkarên partiya HDP’ê û ji 30’an zêdetir hevserokên şaredariyê yên DBP’ê jî di nav de bi hezaran kes li girtîgehê ne. Vîllûmsen welatên YE’yê rexne kir, serokên welatên YE’yê ketine rêzê ji bo Tirkiyeyê şermezar bikin, lê ti bandora van şermezarkirina nake. Vîllûmse diyar kir ku li şûna ku welatên YE’yê Tirkiye şermezar bikin bikevin nava hewldanên ber bi çav.

Di mîtîngê de Seroka Yekîtiya Elewiyên Danîmarkayê Çagdaş Saglicak jî axivî û diyar kir ku li dijî faşîzma Erdogan wê her tim mil bi milê Kurdan cih bigirin.

Berdevka YNK’ê yê Danîmarkayê Hawre Mahmood û nûnera YPD’ê yê Danîmarkayê Bawe Huseyîn jî axifin kirin.

ODENSE

Înternatînoale Socîalîster, Komleya Çandê ya Pîrsûltan Abdal- Opsak Dîdîf-Damîmarka ,YNK û sedan kes piştgirî dan çalakiya ku ji aliyê KCD ya Danîmarkayê ve hate organîzekirin.

Girseya gel destpêkê li stasyona Tren Odense kom bûn û deqeyek rêz girt. Piştî axaftinên ku di çalakiyê de hate kirin û şûn de heta avahiya TV2’yê maşiyan.

Girse di dema meşê de dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “ Bijî Berxwedana HDP’ê” qîr kirin. Heyetek bi rêveberên TV’’yê re civiyan.

HOLSTERBRO

Li bajarê Holstebro yê Danîmarkayê çalakiyekî ya protestoyê hate lidarxistin.

Di çalakiya ku ji çar parçeyên Kurdistanê ku beşdar bûn de, li pêşiya avahiya Şaredariya Holstebroyê pêk hat.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin bêdengiya Ewropa ya li hember faşîzma dewleta Tirk û êrîşên qirkirina siyasî hate şermezarkirin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî HDP” û “Terorîst Erogan û AKPé bi dawî bû.

...