Li gelek bajaran şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Li Elmanya, Belçîka û Avûstûryayê şehîdên meha Cotmehê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Li paytexta Avûstûrya Vîyanayê ji bo Fermandara YJA-Star Dîcle Zafer ku li navçeya Azaxpêrt a Çewligê meha Tebaxê de şehid bûbû û 4 rêhevalên wê merasîma bibîranînê hate lidarxistin.

Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona şehîdên meha Cotmehê hate nîşandan. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku PKK partiya şehîdan e û ji roja hatî damezrandin rêya şehîdan dişopîne. Piştre malbatên şehîdan ên beşdarî merasîmê bûyîn axivîn. Merasîm bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê li lokala NAV-DEM’ê bi beşdarbûna gelek kesan şehîdên meha Cotmehê bi çalakiyekê hatin bibîranin.

Merasîm seat 14:00’an bi rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina destpêkirinê ji aliyê Hevserokê NAV-DEM’ê ve hate kirin.

Piştre Dayika Şehîd Dîlan Newroz, Dayê Emîne axivî û wiha got; “Em ê bi ser bikevin, dijmin wê têk biçe. Em ê dijmin têk bibin. Em dayîk em ê heta dawiya nefesa xwe doza şehîdên xwe bişopînin.”

Dayika Şehîd Berçem jî axivî û wiha got; “Divê em cihê şehîdên xwe vala nehêlin. Divê em xwedî li şehîdan derkevin, şehîd ne tenê şehîdê min e, şehîdê gelê Kurd e. Ez çûm Rojava min li wir tiştên xweş dîtin.”

Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandin û merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Merasîm li NCDK-Frankfûrt ji aliyê Meclîsên Jinan ên Amara, Sara û Nûjîn ve hate organîzekirin.

Li salonê pankarta ‘Şehîdên meha Comtehê nemir in’ û wêneyên şehîdên meha Cotmeh, gerîla, şervan û şoreşgeran hatin daliqandin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de qala têkoşîna şehîdên meha Cotmehê ya di têkoşîna Kurdistanê de hate kirin.

Di merasîmê de hevala têkoşînê ya Andrea Wolf (Ronahî) axivî ya ku bi hev re li girtîgehê mabûn.

Merasîm bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

LÎEGE

Li bajarê Lîege ê Belçîkayê jî bîranîna şehîdan hate lidarxistin. Di bîranînê de bal hate kişandin li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di merasîmê de sînevîzyon hate nîşandan û ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Berîtan) helaw hate belavkirin.