Li gelek bajaran pankartên ‘Ji Ocalan re azadî’

Di çarçoveya kampanya ku bi mebesta daxwazkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 1’ê Mijdarê hatî destpêkirin de li gelek bajaran çalakiyên daliqandina pankart û afîşan pêk hat.

Li bajarê Duîsbûrg a Elmanyayê çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikêşînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û bi mebesta daxwazkirina azadiya wî, li gelek cihên bajêr xebatên daliqandina pankart û afîşan pêk anî.

Li bajarê Bordeûx a Fransayê jî Tevgera Jinên Kurd bi heman mebestî li pêşiya gara trenê çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de pankartên ku tê de daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ hebû hatin daliqandin û di vê çarçoveyên de dirûşm hatin berzkirin.

Li navçeya Lîboûrne ya girêdayî Bordeaûxê jî xebatkarên meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiya daliqandina pankart û afîşan pêk anî.