Li gelek bajaran kongreyên NCDK'ê hatin kirin

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li gelek bajarên Ewropayê kongreyên xwe pêk anî.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li gelek bajarên Ewropayê kongreyên xwe pêk anî.

LÎNZ: Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya 5. li dar xist. Siyasetmedarê Kurd Cîhan Garzan li kongreyê axivî û işaret bi girîngiya pêvajoya heyî kir. Di kongrê de piştî nirxandin karê salekê hilbijartin hate kirin û tevî meclîsa ji 45 kesî, ji bo hevserokatiya NCDK'ê Saîde Mêrdîn û Alî Boztepe hatin hilbijartin. Di kongreyê de li dijî asîmîlasyona li Ewropayê biryar hate dayin ku çand û zimanê Kurdî bên parastin. Her wiha biryar hate dayin ku tûrîzm û malên Tirkan bên boykotkirin.

TOULOUSE: Li bajarê Touoluse yê Fransayê jî NCDK'ê kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre diyarî berxwedan û şehîdên Efrînê hate kirin. Nûnerê NCDK-E Mûrat Ceylan li kongreyê axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ceylan destnîşan kir ku Kurd ti carî ji Ocalan qut nabin û eger Kurdên li çar aliyên cîhanê dikarin li hev bicivin, di vir de para felsefeya Ocalan mezin e. Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 35 kesan hate hilbijartin û Akan Çeker û N. Coşkûn bûn hevserokê NCDK a Toulouse.

LYON: Bajarekî din ku NCDK'ê kongreya xwe lê kir, bajarê Lyon ê Fransayê ye. Li dû nirxandina rewşa siyasî, karê du salên dawî hatin nirxandin. Piştre rêveberî û hevserokên nû hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.