Li gelek bajaran kongre hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Ewropayê, Meclîsên Gel û Navendên Civaka Demokratîk a Kurd kongreyên xwe pêk anîn.

Li gelek bajarên Ewropayê, Meclîsên Gel û Navendên Civaka Demokratîk a Kurd kongreyên xwe pêk anîn.

NURNBERG

Meclîsa Gel a li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, kongreya xwe lidar xist. Bi qasî 200 delege beşdarî kognreyê bûn û tevî meclîsa li 57 kesî, komîsyon hatin hilbijartin. Di kongreyê de Asya Karataş û Hasan Kuçuk bûn hevserok.

DRAGÛÎGNAN

Li bajarê Dragûîgnan ê Fransayê, Navenda Çanda Kurd kongreya xwe pêk anî.

pitşî deqeyek rêzgirtinê, siyasetmedarê Kurd Mûrat Ceylan peyivî û bûyerên siyasî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin nirxand. Ceylan diyar kir, AKP û çeteyên DAIŞ'ê yên barbar bûne gefek li dijî tevahiya mirovahiyê.

Ceylan destnîşan kir, tevgera Kurd li dijî van barbaran û dijminên mirovahiyê, li Kobanê, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê teslîm nebû, lê berxwedaneke bi rûmet nîşan da.

Ceylan ji bo refearndûmê jî banga dayina dengê NA kir.

Piştî axaftinan, rapora karê salekê hat nirxandin û tevî meclîsa ji 60 kesî, ji bo hevserokatiyê Gulbeyaz Yilmaz û Mûzaffer Guler hatin hilbijartin.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), kongreya xwe ya 4. a asayî lidar xist.

Bi dehan delege û mêvan beşdarî kongreyê bûn. Emre Karar li kongeryê axivî û diyar kir, ji bo pêşî li dîktatoriyê were girtin û Kurdistan bê azadkirin, pêwîste her kes biçe ser sindoqan û dengê NA bide.

Piştî nirxandina rapora karê salekê, hilbijartin hat kirin û Saît Ozturk û Rewşen Dîkat bûn hevserok. Meclîsa ji 61 kesî ya ji 11 komîsyonan pêk tê, hat hilbijartin.

ÎNNSBRÛCK

NCKD a bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê jî kongreya xwe pêk anî. Piştî nirxandina rewşa siyasî û rapora li ser karê salekê, meclîsa nû hat hilbijartin. Guler Rodî Amed û Kazim Agirî bûn hevserokên navendê.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, NCDK'ê kongreya xwe pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê hevserokê dema bihurî Huseyîn Efe axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Dûre rapora karê salekê hat xwendin û erêkirin.

Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 63 kesan hat hilbijartin. Ayfer Kahraman û Ciwan Çewlik bûn hevserok.