Li taxa Gazî ya Stenbolê gel ji bo komkujiya Cizîrê û komploya 15'ê Sibatê şermezar bike dakete kolanan. Polîsên ku êrîşî çalakiyê kirin 4 kesan birîndar kirin û gelek kes jî hatin binçavkirin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel jî didome.
Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê, girseya ku dorpêç û komkujiyên li bajarên Kurdistanê protesto kir rastî êrîşa polîsan hat. Girseya ku li Sikaka Mala Cem a Gaziyê kom bûn ji wesayîta zirxî ya polîsan hate gulebaran kirin û di pevçûnên ku derket de herî kêm 4 welatî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Serkan ku paşnava wî nehat zanîn û jina bi navê Burçîn Aydogdu yên di êrîşên polîsan de birîndar bûn, rakirin Navenda Tenduristiyê ya Civakê ya li taxê.
Li taxê gel jî di çarçoveya parastina cewherî de dest bi berxwedanê kir û hate zanîn ku di pevçûnên di nav sikakan de jî gelek kes birîndar bûne û hatine binçavkirin. Hate zanîn ku welatiyê bi navê Mahmut Ahmet ji çavê xwe, welatiyê bi navê Umut Kiliç jî ji piyê xwe birîndar bûye.
Her wiha ji ber bombeyên gazê gelek welatî jî bibandor bûn.
Li derdora Mala Cem a Gaziyê, polîsên ku ji wesayîtên zirxî daketin dest bi binçavkirinan kirin.
Li hemberî êrîşên polîsan, berxwedana gel jî didome.