Li Gavle’yê ciwanan ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin
Li Gavle’yê ciwanan ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin
Li Gavle’yê ciwanan ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin li Gavle’yê didome.
Di ahenga “şevên havînê” ku havînan her şevên çarşemê tên li darxistin, endamên Komisyona Ciwanan ya Meclisa Gel, Silîva, Zerdeşt û Faxrî roja Çarşemê 420 îmze komkirin. Ji ber werza havînê li rexmî ku piraniya şêniyan diçin dervey jî, ciwanan di demek kurt de gelek îmze berhev kirin û ev jî bû sedema moral û xwesteka bilindkirina tekoşînê. Endamên Komisyona Ciwanan dan diyarkirin ku, ew dê xebatên xwe ên komkirina îmzeyan di ahengên “şevên havînê” de berdewam bikin.