Li Gavle ji bo Îsa Huso civîna bîranînê

Li Gavle ji bo Îsa Huso civîna bîranînê

Li bajarê Gavle yê Swêd, ji bo Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê di encama êrîşeke bombeyî de jiyana xwe ji dest da civîneke bîranînê hat lidarxistin.

Di bîranîna ku ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Gavleborg hat organîzekirin de nûnerên PYD’ê û YNK’ê yên axivîn dan xuyakirin ku ev êrîşa bi xayîntî di şexsê Huso de gelê Kurd kiriye hedef, lê belê wê tu hêz têkoşîna mafdar a gelê Rojava yê rabûye ser piyan nikaribe asteng bike.

Nûnerê PYD’ê yê Swêd Şiyar Alî yê piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan mafê axaftinê wergirt pêvajoyên li Rojava bi awayekî bi xulase da xuyakirin û şûnde destnîşan kir ku hêzên paşverû ji bo destketiyên gelê Kurd ji hole rakin dest bi êrîşan kirine, lê divê her kes ji vê bawer be ku wê gelê Kurd li têkoşîna xwe xwedî li şehîdên xwe derkeve û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bike.

Serokê rêxistina ciwanan a YNK’ê Aram Xebat jî têkildarî gengeşeyên li Kurdistan û Rojava axivî. Xebat got, "Ji ber ku ez li vir im ez şad û serbilind im” û anî ziman ku wek  YNK’ê li dijî girtina deriyên sînor in û ji bo vekirina derî çi ji destê wan bê wê bikin.

Rêhevalê têkoşînê yê Huso Mîrza Behram jî behsa jiyan û têkoşîna Huso kir.  

Piştî civîna bîranînê, Kurdistaniyan pêşketinên li Rojava û Bakurê Kurdistanê nîqaş kirin.