Li Gavle dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Gavle bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Gavle bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li bajarê Gavle yê Swêdê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.
Çalakî li meydana Storatorgetê pêk hat û ji rayedarên Şaredariya Gavleyê Jin Akgul Hajo axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo li pêşiya statuya Kurdan bibe asteng êrîşî Rojava dike.
Hajo ji Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê xwest ku bikevin nava hewldanan ku komkujiyên dewleta Tirk rawestînin.
Endama Şaredariyê ya ji Partiya Çep Sepo Laîne jî diyar kir ku bi saya şervanên YPG û YPJ'ê ku DAÎŞ têk birin, herêm, Ewropa û dinya bêhtir ewle ye.
Laîna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir.