Li Freibûrgê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Aktîvîteya bi banga Komîsyona Malbatên Şehîdan li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hate lidarxistin, bo deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê malbatên şehîdan axaftin hatin kirin, pêşendana sînevîzyonê çêbû.

Li ser navê malbatan nûnerê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî, diyar kir ku eger Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibe heta van rojan, bi saya şehîdan e.

Di axaftinê de hat destnîşankirin ku pêwîst e dilsozî bi bîranîna şehîdan ên ku bi lehengiyên xwe derbasî rûpelên dîrokê bûne hebe, li ser girîngiya şehadetên meha Gulanê hate rawestandin. Piştî axaftinê, bi pêşendana sînevîzyonê ve bîranîn bi dawî bû.

...