Li Freîbûrgê DAIŞ û AKP hatin protestokirin

Ji ber salvegera komkujiya Şengalê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê yên barbar ve hat kirin, duh li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakî hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Freîbûrgê ve hat organîzekirin û tevî endamên ANTÎFA û Dîe Lînke nêzî 300 kes beşdar bûn. Girseya gel li ber avahiya dadgehê ya li Holmarktê civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya.

'BILA AKP LI DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ WERE DARIZANDIN'

Li navenda bajêr li ser navê girseyê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku li Şengalê pêvajoya qirkirinê hînê dewam dike û balh at kişandin ser komkujiya sivîlan a li gundê Zergelê.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Par li Şengalê li hemberî civata me ya Êzidî komkujiyek hat kirin, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin, mirovên me ji cih û warên xwe bûn û jin û zarok hatin revandin. Di nava vê sala bihurî de, li dijî van çeteyên barbar hêzên HPG, YPJ/YPJ û YBŞ'ê berxwedaneke lehengî nîşan dan. Lê belê di serî de Tirkiye gelek welat li hemberî vê çeteya barbar bêdeng man û destek dan çeteyan. Komkujiya beriya çend rojan li Pirsûsê rû da, nîşaneya herî mezin a vê yekê ye. Her wiha operasyonên qirkirina siyasî yên di rojên dawî de li Kurdistanê tên meşandin, êrîşên hewayî yên li hemberî Qendîlê û komkujiya li gundê Zergelê nîşan dane ku kî li cem kê cih digire. Em dixwazin hikûmeta AKP'ê ji ber van komkujî û hevkariya sûc, li dadgeha ceza ya navneteweyî bê darizandin."

Li dû daxuyaniyê girseya gel careke din li Holzmarktê vegeriya û li vê derê ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girt. Piştî xwendina Sirûda Çerxa Şoreşê girseya gel belav bû.