Li Freîbûrg, Berlîn û Bodeauxê panelên 25'ê Mijdarê

Li Freîbûrg, Berlîn û Bodeauxê panelên 25'ê Mijdarê

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja têkoşîn û piştevaniya navneteweyî ya li dijî tundiya li hemberî jinê, li bajarên Elmanya Freîbûrg û Berglînê, li bajarê Fransa Bordeauxê panel hatin lidarxistin.

FREÎBÛRG

Jinên Kurd ên li Freîbûrg û derdora wê dijîn bi wesîleya 25'ê Mijdarê, di paneleke li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hatin cem hev. Panela ku nûnera UTAMARA Sûltan Oger weke axaftvan lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir.

Sûltan Oger dîroka 25'ê Mijdarê kurteber kir û anî ziman ku jin di tevahiya rêveçûna dîrokê de li  malê bûye hedefa mêr, li nav kolanan jî bûye hedefa dewletê. Oger da zanîn ku piraniya pîvanên jiyana jinan ji aliyê serweriya mêr ve hatine diyarkirin û got, "Di encama vî mejî de, her sal bi hezaran jin rastî şîdetê tên, bi sedan ji wan tên qetilkirin. Herî dawî, destavêtin, revandin û firotina jinan li aliyê DAIŞ'ê ve, dewama vî mejî ye. Lê jin wê vê zilmê qebûl nekin. Komkujî çarenûsa jinê nîne."

Li dû axaftina Oger beşa pirs û bersivan destpê kir û panel piştî nîqaşan bi dawî bû.

BERLÎN

Li paytext Berlînê jî Meclîsa Jinê ya DestDan, bi desteka Yekîtiya Jinên Koçber, Însiyatîfa Jinên Kurd, Rêxistina Jinê ya Amaro Foro, li Navenda Civakî ya Palast, ji bo 25'ê Mijdarê paneleke hevpar lidar xist. Di panelê de, rê û rêbazên tundiya li hemberî jinê ya bi rêk û pêk di mercên şer û koçberiyê de di jiyana rojane de tên kirin hat ravekirin û banga piştevaniya li dijî şîdetê hat kirin.

Jinan di paelê de bal kişandin ser sûcên li dijî jinên Êzidî yên li Şengalê hatine kirin û rexne li Yekîtiya Ewropa û rêxistinên jinan hat kirin, ku ji bo rizgarkirina van jinan, nakevin nava hewldaneke xurt. Di panelê de her wiha hat destnîşankirin ku YPJ ji bo tevahiya jinên cîhanê destketiyeke mezin e.

BORDEAUX

Li bajarê Fransa Bordeauxê jî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin. Nûnera TJKE Leyla Şoreşger weke axaftvan beşdarî panelê bû.

Di axaftinê li panelê de hat ragihandin, ku jinên Kurd bi têkşîna xwe ya roja îro li Rojhilata Navîn re bûne hêviya azadiyê ji hemû jinan re û hat gotin, "Jinên Kurd jibera mejiyê serdest ê mêr têk birine, li dijî her şêwe şîdetê helwestê nîşan didin û ji azadiya civakê re pêşengiyê dikin."

Piştî civînê komîsyona jinê ya Bordeaux a ji 20 kesan hat avakirin.