Li Fransayê termekî aydê ciwanê Kurd hate dîtin

Li Fransayê termekî aydê ciwanê Kurd hate dîtin

Li Fransayê di dawiya meha Gulanê de li cihekî daristanî de termek hatibû dîtin, aşkera bû ku, ew terim aydê ciwanekî Kurd yê binavê Mehmet Firat yê 22 saliye.

Hate ragihandin ku, termê ciwanê 26’ê Gulanê li qada daristanî ya Bergeres-sous-Montmirail ya herêma Marneyê hate dîtin aydê ciwanekî Kurde. Ciwanê Kurd Mehmet Firat yê li Parîsê dima ev çend hefte bû agahî jê ne dihatin girtin.

Di encama otopsiya ku li bajarê Reims hatiye kirin de derket holê ku, destê ciwan hatine girêdan û lêdane. Ew qas lêdane ku hestiyên destê çepê derketine derve, difna wî şikandine û serê wî jî bi darê beysbolê û cismên din hatiye perçe kirin. cihê lê hatiye kuştin nayê zanîn. Eger di nava daristanê de nehatibe kuştin, tê diyarkirin ku terim heta vir hilgirtine.

Mehmet Firatê qeydê şêniya Xelfetiyê, herî dawî roja 9’ê Gulanê dema ku telefonek jêre hat liderdora demjimêr 11.00’an ji mala mamê xwe ya li Parîsê derketiye û êdî agahî jê nehatiye girtin. Di çarçoveya lêpirsînên ku têne birêve birin, li gorî vekolînên destpêkê tê gotin ku dibe girêdana xwe bi têkiliyekî evîndariyê hebe, lê hêjan nezale.