Li Fransayê malbatan destek dan boykota dibistanê ya ji bo Efrînê

Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), ji bo zarokên Efrînê banga boykotkirina dibistanan kir. Malbatên Kurd ên li banliyoya Villiers Le Bel a Parisê dijîn destek dan bangê.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li banliyoya Villiers Le Bel, 10 malbatan tevî zarokên xwe bi zimanên Fransî û Kurdî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li Efrînê, bi sedan zarok mirin, bi hezaran ji perwerdeyê bêpar man û komkujî li ser wan hate ferzkirin."

Malbatan gotin, "Li dijî komkujiya zarokan ku li Efrînê dewam dike, em Kurdistanî sibê zarokên xwe naşînin dibistanên Fransayê û bi vî rengî dixwazin balê bikişînin ser qirkirina li Efrînê tê kirin."

Malbatan ji hemû Kurdistaniyan xwestin ku destekê bidin boykota dibistanê ya roja Sêşemê.