Li Fransayê li dijî wezîra reşik çalakiyên nîjadperest
Li Fransayê li dijî wezîra reşik çalakiyên nîjadperest
Li Fransayê li dijî wezîra reşik çalakiyên nîjadperest
Li Fransayê li dijî wezîra dadê Chrîstîane Taubira ku ji Guyana ye û reşike çalakiyên nîjadperest pêk hatin. Li dijî vê nîjadperestiyê li bajarên Angers û Nantes çalakiyên protestoyî pêk hatin. Konseya herêma Pays de la Loîre jî ev êrîş şermezar kir û bang li dozgera kirin ku bikeve nava tevgerê.
Li Fransayê di sala dawî de gotinên nîjadperest derketin asta herî bilind û parêzvanên mafê mirovan jî li dijî vê ketina nava tevgerê. Wezîra Dadê Chrîstîane Taubîra ku destur da zewacên hevzayend, li dijî vê li bajarê Angers çalakiya nîjadperest pêk hat. Ev çalakiya li dijî Taubîra pêk hat, hat protestokirin. Di nava Koma ku zewaca hevzayend protesto dikirin de, keçike biçûk wezîrê ji Guyana wek ‘meymun’ bi nav kiribû. Tu kesî jî mudaxaleyê wê nekiribû.
PARTIYÊ ÇEPGIR Û RASTIR PIŞTGIRÎ DAN
Lîga Mafê Mirovan a Maîne-et Loîre li dijî van gotinên nîjadperest ket nava hewlanan û bang kirin. Nêzî 3 hezar kesî li ser banga wan li ber Edliya Angers hatin cem hev. Partiya Sosyalîst (PS) Yekitiya Tevgera Gel a Muxalefeta Sereke (UMP) û nûnerên Eniya Gel (EG) û gelek sendîka tevli çalakiyê bûn. Girseyê pankarta ‘ Her kes wek hev tê dinê, wekhev dijî û azad dijîn’ vekirin.
Li bajarê Nantes jî çalakiyek pêk hat. Her wiha Konseya Herêma Pays de la Loîre jî bi biryarekî êrîş şermezar kir.
JI BER KU REŞIKE DI HEDEFÊ DE YE
Chrîstîane Taubîra ji roja ku bûyer wezîra dadê bû hedefa gotinên nîjadperest. Ji ber ku destur dabû zewacên hevzayend jî rastî bertekên avabûnên çepgir û rastgir.