Li Fransayê li dijî baca derdorê çalakî

Li Fransayê li dijî baca derdorê çalakî

Li Fransayê li dijî baca ku ji bo maşîneyên mezin baca derdorê ya hatî danîn bi hezaran şîrketên sotemeniyên mezin di çalakiyê dene.

Li tevayê Fransayê 33 çalakî tên li darxistin. Rêxistvanan diyar kirin ku ew ji rêjeya tevlîbûnê razîne.

Rêxistina Hatinçûna li ser erdê (OTRE) bi çalakiyên ku li tevayê Fransayê li darxistî diyar kirin ku wê li dijî baca derorê derbikevin.

OTRE ya ku li Fransayê di binya xwe de şîrketê biçûk yên vegûhestina li ser erdê dikin nêzî 3 hezar endamên wê hene. OTRE li 15 herêman çalakiyan pêk tîne. Çalakiya herî mezin tê payîn ku li Parîs û derdora wê Aquitaine pêk were.

Ji ber sedema çalakiyê li gelek deverên diyar yên Fransayê rêya hatin çûnê zehmet ketiye. Bi teybet li Parîs û derdora wê di navbera 300 û 400 maşîne rêya di navbera Parîs û Saine-et-Marne de hatin û çûna lê zehmet dixe.

Baca derdor (ecotax) armanc dike ku maşînên xwedî sotemeniya zêde girêdayî bacê bike. Sîstemekî ku 3,5 ton yên biyanî yan jî xwecihî ku li ser erdê Fransa 15000 kilmoterelik dibin pêwiste baca wê were dayîn.

Maşîneyên ku li Fransa barî dihilgirin ji bo hesabkirina bacê pêwiste qûtiyekî teybet jî hilgirin.