Li Fransayê ciwan ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Ciwanên Kurd ên li Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Ewropayê û Kurdistanê, çalakiyên ciwanên Kurd ên li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê dewam dikin.

Li bajarê Evry ê Fransayê, endamên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, ji bo azadiya Ocalan meşek bi meşaleyan lidar xistin.

Ciwan bi pêşengiya Ciwanên Azad, Meclîsa Ciwanan a Zinar Raperîn û Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan li ber avahiya Şaredariya Grîgny li hev civiyan. Ciwanan li ber pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" heta ber Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd meşiyan.

Di dema meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn. Li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Heta Rêber Apo azad bibe, em ê çalakiyên xwe her roj mezintir bikin."