Li Fransayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li bajarên Marsîlya û Bordeaûx ên Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dijîn, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê, bi şiyara "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" meşiyan.

Meşa ku li meydana Cenabîerê dest pê kir li meydana Vîeûx-portê veguherî mîtîngê. Li vê derê axaftin hate kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin. Li ser mijarê gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

BORDEAÛX

Bi heman armancê li Bordeaûxê jî çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma "Xwedî li Rêberê xwe derkeve" li meydana Place de la boûrse pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn.

Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku bes bêdeng bimîne.