Li Fransa û Elmanyayê çalakiyên Efrînê: Artêşa Tirk bicehime!

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê têne şermezarkirin. Çalakgeran soz dane yên ku di berxwedanê de jiyana xwe dest dane ku ‘bi teqezî bi ser bikevin’.

Lİ Efrînê şervanên MLKP’ê Ruhat Aşkara, Erdal Demirhan, Sedat Akyüz û şervanê DKP’ê Görkem Tuğal û Hüseyin Cem Özdemir ku  li Efrînê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Di bîranînê de nûnerê MLKP’ê got ‘mêtingeriya faşîst a Tirk li ser Kurdan politikaya qirkirinê dike û li Efrînê bi rehetî li benda serfiraziyekê bû. Bi koalisyoneke qirêjî ya navnetewî û ya AKP-MHP-CHP’ê, bi hemû sazî û amûrên şer tevgera dagirkirinê berdewam dike. Li dijî vê tifaqê tekane sparteya şoreşa Rojava têkoşîna yekbûyî ya gelên Rojhilata Navîn û Rojava ye û serfirazî wê bi vê were.’’

Nûnerên TKP/ML, Direniş Hareketİ, Proleter Devrinci Duruş, FEDA, HDK-F, ESP-Ewropa jî axivîn û gotin ji bo Efrînê berxwedan were geşkirin.

ULM

Li Elmanyayê li Ulmê ji bo Efrînê mîtîng hate çêkirin. Di mîtîngê de pankarta, ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê ciheme’’, ‘Merkel dide, Erdoğan’ dikuje hate vekirin. Di mîtîngê de şanoya kuçeyan lîstik lîst. Lîstîkvanan qutikên spî yên bi nivîsa ‘Efrîn’ li xwe kirin.

MUNCHEN

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Munchen ê Elmanyayê jî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê şermezar kriin. Gel li ber Konsolosê Rûs hate civiya, alayên YPG, YPJ, PYD’ê hatin hildan û hate gotin, ‘’Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Bijî YPG-YPJ’ê, ‘Kujerê zarokan Erdoğan’, ‘Terorîst Erdoğan’.

Di axaftinan de hate gotin Rûsya ji Tirkiyê re bi vekirina qada hewayî bûye hevkarê komkujiyan û divê dawî li vê were.

Li navenda bajêr bi şanoyekê êrîş û komkujiyên li Efrînê hatin şermezarkirin.

Her wiha bang hate kirin ku îro tevlî çalakiyên li ber Serokwezîrtiyê ya Bavyera û ya li ber Konsolosê Amerîkayê bibin.