BI DÎMEN

Li Frankfûrt û Dusseldorfê daxwaza azadiya girtiyên siyasî hat kirin

Li gelek bajarên Elmanyayê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li vî welatî tên ragirtin, çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, ji bo siyasetmedarên Kurd û endamên ATÎK'ê yên hatine girtin bên berdan, meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê û Yekîtiya Hêzê ay Demokratîk duh saet di 18:00 de li ber Haûptbahnhof a Frankfûrtê destpê kir.

Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de, wêneyên endamên NAV-DEM û ATÎK ên girtî hatin hilgirtin û pankarta bi nivîsa "Ji girtiyên siyasî re azadî" hat vekirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Elmanya xwedî dike, Erdogan lê dide", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Girseya gel li Meydana Romer mîtîngek pêk anî.

'BILA ELMANYA DEV JI DURÛTIYÊ BERDE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê Hevseroka NAV-DEN'ê Fatoş Goksûngûr û nûnerê ATÎK'ê axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku ji ber qedexeya PKK'ê li Elmanyayê ev 22 sal in bi sedan Kurdistanî ji ber nêrînên xwe yê polîtîk hatine darizandin û cezakirin. Qisekeran bêdengiya Serokwezîr Angela Merkel li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bi sedan endamên DAIŞ'ê li van deran digerin, lê siyasetmedarên Kurd tên girtin. Divê Elmanya tavilê dev ji vê polîtîkaya xwe ya durû berde."

DUSSELDORF

Di çalakiya li ber parlamenta eyaletê ya li bajarê Dusseldorfê de jî, daxwaza berdana siyasetmedarên Kurd hat kirin.

Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û maskeyên ji wêneyên girtiyên siyasî bi rûyê xwe vekirin û mesaja 'em hemû li vir in' dan.

Di çalakiyê de komkujiya li Brukselê jî hat şermezarkirin.

...