Li Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Stenbolê teqîn
Li Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Stenbolê teqîn
Li Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Stenbolê teqîn
Li Fermandariya Ewlekariya Peravê ya li Sariyer a Stenbolê, ji ber sedemeke ne diyar teqînekê rû da. Hejmareke zêde maşînên arkujan veguhastin herêmê.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gorî dema Tirkiyê saet di 13.45'an de li Fermandariya Herêmê ya Geliyan û Marmarayê ya Ewlekariya Peravê ya li Çayirbaşiya Sariyerê teqînekê rû da.
Hat ragihandin ku avahiya weke depoya malzeme tê zanîn a li fermandariyê şewitiye û gelek maşînên arkujan veguhastine herêmê.
Nayê zanîn ka di encama teqîna sedem ne diyar e, mirî yan birîndar hene yan na.