Li Farqînê çi qewimî? Gelo gerîla hatin înfazkirin?

Li Bameydanê di 26'ê Tebaxê de leşkerên Tirk êşkence li malbateke koçer kiribûn ku pezê xwe diçêrand û dest danîbûn ser heywan û malzemeyên wan. Ji ber ku nîşaneyeke şer li qadê nîne, pirsa 'Gelo gerîla hatin înfazkirin?' dixe hişê mirovan.

Li gorî dîmenên di medya dîjîtal de hatin weşandin, di 26'ê Tebaxê de li gundikê Bameydanê yê gundê Hêlîn ê li navçeya Farqînê ya Amedê, hate ragihandin ku leşkerên Tirk êrîş birin ser konekî koçeran û li wê derê gerîla qetil kirin. Di heman dîmenî de hate nîşandan ku koçer jî bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Piştî ku bûyer di medya dîjîtal de hate weşandin me hewl dan hem xwe bigihînin çavkaniyên li navçeyê hem jî gundiyên li herêmê û bi vî rengî agahiyan werbigirin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwecihî yên li wê derê wergirtin, komek ji gundiyan xwest biçe cihê bûyerê, lê belê leşkeran dor li gundik girtin û destûr nedan ku kes bikeve hundirê gundik. Di 26'ê Tebaxê de hem gundiyan hem jî rojnamevanan hewl dan hîn bêhtir agahiyan werbigirin, lewma ketin nava liv û tevgerê, lê belê encamek bi dest neket. Lê belê piştî vê bûyerê, piştî ku me 27'ê Tebaxê li gel parlamenterên Partiya Çepên Kesk li cihê bûyerê lêkolîn kir, hin agahî têkildarî bûyerê wergirt.

Tevî parlamenterên Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk, Sumeyye Boz, Adalet Kaya, Omer Farûk Hulaku, Kamûran Tanhan û Zeynep Odûncû weke rojnamevan û rêxistinên li Amed û Farqînê em çûn cihê gundik û me rewşa metirsîdar a li wê derê fêhm kir. Mîna ku ji dîmen jî tê fêhmkirin tenê beşek ji qadê hatiye şewitandin. Me dît ku malzemeyên jiyanê yên malbata koçer a ku pezê xwe diçêrand û çend pezên wan hatine şewitandin. Me li qadê şop û nîşaneya şer nedît. Ne fîşekek ne jî qalikê fîşekekê li qadê hatin dîtin. Ev yek jî dibe sedem ku pirsa 'Gelo gerîla hatin înfazkirin?' dixe hişê mirovan.

Divê sedema şewatê bê lêpirsîn. Gelo agir ji bo şewitandina malbata koçer û gerîla hate pêxistin? Yan jî leşkeran ji bo nehêlin gerîla derdora xwe bibînin agir bi qadê xistin? Bi herdu awayî jî di şewatê de zindiyan jiyana xwe ji dest dan, malzemeyên malbatê hatin şewitandin û di dîmenên ku roja destpêkê hatin parvekirin de tê dîtin ku yek ji gerîlayan avêtin nava agir.

Ji heyeta Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya li cihê bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku wan nîşaneya şer nedîtine. Lê belê eşkere ye ku komkujiyek hatiye kirin. Heyet piştî bûyerê çû sersaxiya yek ji gerîlayên jiyana xwe ji dest da û li vê derê jî xwest ku bûyer tavilê bê ronîkirin. Cenazeyên gerîlayên hatin qetilkirin birin Saziya Tipa Edlî ya li Amedê. Nediyar e ku kengî radestî malbatên wan bêne kirin.