Li ezmanê Stockholmê daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'

Kurdistaniyan duh li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke balkêş li dar xistin.

Dema ku bi sedan Kurdistanî ji bo azaiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşiyan, li ezmanê Stockholmê, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" ya bi zimanê Îngilîzî hate vekirin.

Kurdistanî û dostên wan, duh saet di 14:00 de li Parka Hemlegarden a li navenda Stockholmêl i hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re", alên mezin ên PKK'ê û posterên Ocalan vekirin. Çalakger ji vê derê heta meydana Odenplanê meşiyan.

Di dema meşê de pankarta bi nivîsa "Freedom for Ocalan, NCDK" li pişt balafirekê hate girêdan û bi qasî 2 saetan li ezmanê Stockholmê hate gerandin.

Li meydana Odenplanê jî mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîteyên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Qisekeran êrîşên hikumeta AKP'ê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê teşhîr kirin û xwestin, Ocalan bê berdan.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qediya.