Li Ewrûpayê Kurd û dostên wan dagirkeran protesto dikin
Kurd û dostên wan li Rûsya, Kibris, Danîmarka, Hollanda û Avûstûryayê ji bo Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û bêdengiya cîhanê protesto kirin.
Kurd û dostên wan li Rûsya, Kibris, Danîmarka, Hollanda û Avûstûryayê ji bo Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û bêdengiya cîhanê protesto kirin.
MOSKOVA
Saziyên Kurdan ên li Moskovayê ya ku paytexta Federasyona Rûsyayê ye, êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin. Nûneriya Kantona Rojava ya li Moskovayê jî tevlî çalakiyan bû.
Li ser navê Nûneriya Kantona Rojava ya li Moskovayê Reşad Bênav axivî û got, “Ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, Efrîn ji bo penaberan cihekî ewle bû. Li vê derê hemû gel bi aramî bi hev re dijiyan. Lê Erdoğan û çeteyên wî a niha li dijî gelê li Efrînê sûcê şer dike, jin û zarokan qetil dike. Hemû kesên bêdeng hevkarên vî şerî ne. Em li vê derê bangî dewleta Rûsyayê û hemû hêzên navneteweyî dikin. Xwedî li Efrînê derkevin. Li Efrînê mirovayetî tê qetilkirin.”
LİMASOL
Hunermendê şanoyê yê bi navê Murat Yıldız li bajarê Limasolê yê Kibrisê ji bo balkişandina qetilkirina zarokan a li Efrînê bi navê ‘Cîhan bêdeng e’ çalakiyeke bêdeng li dar xist. Yildiz kincên bi xwîn ên zarokan li xwe kir û çiqlên zeytûnê danî dora xwe û bêdengiya cîhanê protesto kir.
Yildiz got ku, “Divê hemû mirov, Kurd û parêzvanên mafên mirovan li dijî van êrîşên li ser Efrînê derkeve û bêdeng nemîne.”
KOPENHAG
Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn jî ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên li ser Efrînê li pêşiya Parlementoya Danîmarkayê çalakiya protestoyê li dar xistin.
DEN HAAG
Kurd û dostên wan roja Şemiyê li balefirxaneyê çalakî li dar xistibûn û îro jî li pêşiya parlementoyê hatin ba hev. Bi sedan kes li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya welatên li rojava protesto kirin.
TİROL
Kurd û dostên wan ên li bajarê Innsbrûckê yê eyaleta Tirolê ya Avûstûryayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li pêşiya Goldenes Dachlê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de slogana ‘Erdoganê terorîst, Erdoganê qatîl’ hate berzkirin.