Li Ewrûpayê çalakiyên xwedîderketina Efrînê didomin

Nerazîbûnên li hemberî dagirkirina Efrînê didomin. Li Hollanda, Elmanya û Belçîkayê çalakî hatin lidarxistin.

Li Hollandayê ji bo piştgiriya Efrînê Kurdistaniyan meşeke dirêj li dar xistin.

Girse ji gara trênê ya Delftê heta Den Haagê meşiya û piştre li pêşiya Parlementoya Hollandayê mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de bêdengiya hêzên navdewletî hate şermezarkirin.

BREMEN

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê meşeke dirêj hate lidarxistin. Meş li Groperlîngenê hate destpêkirin û bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn. Meş wê bi mîtînga êvarî li pêşiya Parlementoya Eyaletê bi dawî bibe.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi piştgiriya 40 saziyan çalakiyek hate lidarxistin. Girse li pêşiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê hatin ba hev û alayên YPG/YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de bi bi îngîlîzî peyamek hate xwendin û piştî peyamê çalakî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê dîktator’ bi dawî bû.