’Li Ewropa pêwîstî bi tevgerek xurt ya xwendekarên Kurd heye'

’Li Ewropa pêwîstî bi tevgerek xurt ya xwendekarên Kurd heye'

1’mîn Kongreya Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ya li Ewropayê ku li bajarê Koln yê Almanyayê duh destpêkir, îro bidawî dibe. Di kongreya ku ji welatên cûda yên Ewropayê 80 xwendekar tevlîbûyîn de pirsgirêkên xwendekaran hatin nîqaşkirin û balkişande ser ku, tevgerek xurt ya xwendekarên Kurd destjênegere.

Ji gelek bajarên Almanya, Hollanda, Fransa, Awûstûrya, Belçîka û Îngiltereyê xwendekarên Kurd di 1’mîn Kongreya Yeketiya Xwendekarên Kurd (YXK) ya li Ewropayê hatin gel hev. Di kongreya ku li salona zanîngeha Kolnê destpêkir, pirsgirêk û rewşa xwendekarên li tevayî Ewropayê hatin nirxandin.

Di beşa duh piştî nîvro ya kongreyê de dîroka tevgera ciwanên Kurd yên li Ewropayê û rewşa niha hate nîqaşkirin. Di gotara ku ji aliyê Lokman Turgut ve hate kirin de bibîrxist ku, li bajarê Wiesbaden yê Almanyayê sala 1950’an 17 ciwan hatin cem hev û Yeketiya Xwendekarên Ewropayê avakirn û ev jî yekemîn rêxistina Kurd ya li Ewropayê ye.

Hate destnîşan kirin ku, li gel di salên 1990’an de pêşketinên li Kurdistanê û bihêzbûna tevgera azadiya Kurd, tevgera xwendekarên Kurd jî di sala 1990’an de bi hêz derket û bi vî awayî Yeketiya Xwendekarên Kurd hate avakirin. Di nirxandinên piştî gotarê de hate diyarkirin ku, yeketiyê demboriyê de performansekî car baş car ketî jiyan kiriye û li tevayî Ewropayê jî perçe perçe xwe birêxistin kiribû.

Hate diyarkirin ku, bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya li Bakûrê Kurdistanê û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi akademîsyen û mirovên zane yên Kurd ên li Ewropayê hene. Her wiha hate rexnekirin ku di kampanya “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statû” YXK negihaye hedefa xwe.

Di kongreyê de Nûnerê YXK’ê Huseyîn Erdal axivî û anî ziman ku, eleqeyek mezin li hemberî xebatan heye, bitaybet li Romanya, Bûlgarîstan û welatên weke DYA. Dixwazin tevlî xebatan bibin. Ev yek motîvasyonê dide wan. Pêşniyarên ku ji aliyê beşdarvana ve yên ku dê YXK li Ewropa çawa bê rêxistinkirn û rêzikname çawa bê amadekirin, îro dê bibin biryar.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) di 12 û 12'ê Mijdara 1991'ê de li bajarê Elmanya Bochûmê bi civîneke bi beşdariya 75 xwendekarên Kurd ji welatên Ewrûpayê hat avakirin. Di bin sîwanê YXK'ê de xwendekarên ji dibistana amadeyî, zanîngeh û dibistanê bilind, xwe bi rêxistin dikin.