Li Ewropa Kurd li ser piyan bû
Bi sirûda ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li gelek navendên Elmanyayê çalakiyên girseyî pêk hatin. Di çalakiyan de serkeftina Minbicê jî hate pîrozkirin.
Bi sirûda ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li gelek navendên Elmanyayê çalakiyên girseyî pêk hatin. Di çalakiyan de serkeftina Minbicê jî hate pîrozkirin.
Bi sirûda ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li gelek navendên Elmanyayê çalakiyên girseyî pêk hatin. Di çalakiyan de serkeftina Minbicê jî hate pîrozkirin
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê nêzî hezar çalakvan hatin cem hev, ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meşa ku ji Hachmannpltz a Hambûgê destpêkir, Kurdên ku ji Kîel û Bremen jî hatin beşdar bûn, Kurdên ku bi dirûşmên ‘Azadiya Ocalan’ qîr kirin, daxwaz kirin ku bi lezgîn heyetek bişînin Girava Îmarliyê.
Parlementera Partiya Çep a Cansû Ozdemîr di çalakiyê de axivî û firkarên xwe yên têkildarî rewş û tendirustiya Ocaln anî ziman.
Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, piştre jî serkeftina Minbicê li Gensemarkt pîroz kirin.
LI NONNOVERÊ BI HEZARAN KES MEŞIYA
Li bajar Hannover ê Elmanyaê bi heman armacê bi hezaran kes meşiyan.
Kurdistaniyên ku li pêşiya Gara Trenê a Navenda Hannover kom bûn, li semta herî qelebalix meşek lidar xistin. Piştî meşê Kurdistanî dîsa li Gara Trenê ya Navendê kom bûn li vir mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, KCK û YPG/YPJ’ê rakirin.
Di mîtîngê de Rêveberê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî û diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin.
Hat ragihandin ku di mîtîngê de 5 hezar Kurdistanî amade bûn.
DRESDEN
Li Dresden ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dresden li navenda bajêr meşek û mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de parlementera Partiya Çep a Elman Mîkro Schûlze jî cih girt, ji Teatherplatz heta Alaûenparkê meş dewam kir. Di meşê de tim tecrîda li ser Ocalan hate şarmezerkirin, her wiha di meşê de gelek belavok jî hatin belavkirin.
Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ve bi dawî bû.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmenyayê Meclîsa Kurd a Demokratîk bi meş û mîtîngekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Çalakiya ku nêzî 500 kes başdar bû li Lûîsenplatz a navenda bajarê hate lidarxistin. Çalakvanên ku azadiya Ocalan qîr dikirin, daxwaz kirin ku dawî li tecrîdê bîin. Çalakî bala çapemeniya Elman jî kişand.
HELSÎNKÎ
Li paytex Helsînkî ya Fîlandiyayê Kurd û dostên xwe tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi çalakiyekê şermezar kirin. Gelek kes beşdarî mîtînga ku li navenda bajêr hate lidarxistin bûn. Di axaftinên li vir de hate diyarkirn ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê û agahî ji Ocalan negirtin rê li ber fikar û metirsiyên mezin di nava Kurdan de vekiye û divê bi lezgîn dawî li tecrîdê bînin.
SAÎNT BRIEÛC
Li bajarê Saînt Brîûe yê Fransayê Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn. Di çalakiyê de gelek Kurd û dostên wan beşdar bûn, dan diyarkirin ku divê bi hewarî dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Elmanyayê Kurdistanî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Şaredariyê ya navenda bajêr di saet 17:00’an de bi mîtîngekê protesto kirin. Çalakvanan li hember tecrîda li ser Ocalan daxwaz ji welatên Ewropa kirin ku bikevin nava hewldanan.
INNSBÛRCK
Li bajarê Innsbûrck ê Elmanyayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li pêşiya peykerê Annasaûle ê Innsbrûck çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de pankarta “Azadî Ji Ocalan” re hate vekirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û rizgarkirina Minbicê jî bi govendê hate pîrozkirin û dawî li çalakiyê anîn.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Meşa ku di pêşengtiya CDK RENNES û Komeleya Jinan a Zîn ku li Place du Colombîer hate lidarxistin nêzî 500 kes beşdar bûn. Di tevahiya meşê de dirûşmên mîna “Lîberez Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “ Bê Serok Jiyan Nabe”hate qîrkirin.