Li Ewropa kontrol kirina sînoran careke din hat

Li Ewropa kontrol kirina sînoran careke din hat

Hevpeyamana Schengen ku piraniya endamên Yeketiya Ewropayê (YE) qebûl kiriye tê reforme kirin. Ger sererastkirinên nû yên YE bikevin meriyetê, dê di sînorên welatên Ewropayê de careke din kontrola pasaportan ya du salî bê kirin.

Di sînorên 26 welatên daxilî Hevpeymana Schengen li gorî biryara nû ya reformê dê kontrolên polîs û gumrikê bikevin meriyetê û hate ragihandin ku, ev biryar di encama li hevkirina Komisyona YE û Parlementoya Ewropayê hatiye girtin. Di derbarê mijarê de Serokê Komisyona Karê Navxweyî yê Komisyona YE Cecilia Malsmstrom destnîşan kir ku, welatên daxilî Schengenê dê du salan kontrola pasaportan di sînorê welatê xwe de zêdetir bikin.

Pêkanîna biryarên nû yên derbarê Hevpeymana Schengen û tedbîrên bên girtin ji dewletên endam re tê hiştin. Biryar ji bo pêşî lêgirtina koçberên qaçax dikevin YE hatiye girtin û bitaybet ji aliyê Wezîrê Navxweyî yê Alman Hans-Peter Friedrich ku sîstema parastina sînor ya DYA’yê model digire tê parastin.

Pêkanîna nû ji aliyê Parlementoya Ewropa û hikumetên endam ve bê erê kirin jî çû piştî Îlona 2014’an bikeve meriyetê.