Li Essenê bîranîna Şehîdên Cotmehê
Şehîdên meha Cotmehê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarê Essenê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Şehîdên meha Cotmehê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarê Essenê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û Şehîdên Cotmehê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Essenê yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê doh ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengalî û Kongreya Star ve hate organîzekirin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Çîçek Qamişlo bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axivî û got, "Her bihostek xaka Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Şehîdên me wê her tim di hiş û mejiyê me de zindî bin."
Parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî li merasîmê axivî û got, "Jinên Kurd bûne mînaka azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê. Li festîvala fîlman a navneteweyî ya Cannesê fîlma li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ'ê hêjayî xelatê hate dîtin."
Sariyildiz bal kişand ser dîktatoriya rejîma Erdogan û got, "Hemû dîktator heman tiştî dkin. Mûsollînî çi be, Erdogan jî ew e. Têkiliya Mûsollînî bi Xiristiyaniyê re nebû, lê xwe kir Xiristiyan. Li Tirkiyeyê Erdogan jî bi heman rengî tevdigere û xwe qaşo weke Misilman nîşan dide."
Di dawiya civînê de Kawa Aktaş helbesta xwe ya li ser Kobanê xwend.