Li Esenyûrtê alîkarên şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Alîkarên şaredarê Esenyûrtê Oktay Kiliç, Mûrat Duzgun û Osman Yalçin ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

DESTESERKIRINA ÎRADEYÊ

Piştî ku li şûna Şaredarê Esenyûrtê yê bi Lihevkirina Bajêr hate hilbijartin qeyûm hate bicihkirin, alîkarên şaredar Oktay Kiliç, Mûrat Duzgun û Osman Yalçin jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Serokê CHP'ê yê Bajarê Stenbolê Ozgur Çelîk got, "Li dijî qeyûm em ê têkoşîna xwe li her derê dewam bikin. Em ê bi hev re têkoşînê dewam bikin."