Li Ermenîstanê mîtînga ji bo Efrînê

Kurdên li Ermenîstanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mîtîngek li dar xistin.

Mîtînga ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, li gundê Direkê yê navçeya Axbaranê ya Ermenîstanê pêk hat û ji 11 gundên Kurdan welatî tevlî çalakiyê bûn.

Di destpêka mîtîngê de ji bo bîranîna şehîdên meha adarê, şehîdên Helebçe, Efrîn û tevahiya şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Çalakgeran alên PKK, YPG, YPJ, PYD, Federasyona Êzidiyan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Serdemê", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn.

Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Silo Durboyan di destpêka mîtîngê de axivî, berxwedana Efrînê silav kir û got, "Em heta dawiyê bi gelê Efrînê û şervanên azadiyê piştrast in. Wê axa Efrînê ji Erdoğan û çeteyên wê re bikin gor. Bila dewleta Tirk baş zanibe ku axa Efrînê axa Kurdan e û ji wî warê bi hezaran salan re dibêjin 'Çiyayê Kurmênc'. Bi berxwedana hemû pêkhateyên Efrînê re wê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bê dayin."

Endamê Kurdistan Komîte û mamosteyê zimanê Kurdî Yurîk Davoyan piştre axivî û destnîşan kir ku Erdoğan ê jê heye ku Efrîn bi dest xistiye, wê li Efrînê bifetise. Davoyan her wiha hevalbendê dewleta Tirk, dewleta Rûsyayê şermezar kir ku piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk dike.

Endama Meclîsa Jinê Herîk Cangoyan got, "Rast e em li Ermenîstanê dijîn, lê dilê me bi gelê me yê efrînê re ye. Em êrîşên dewleta dagirker a Tirk û Erdoğan bi tundî şermezar dikin."

Mamoste Natêl Şaboyan jî bang li dewletên cîhanê kir ku li ber van kiryarên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd rabin û berxwedana şervanên azadiyê silav kir.

Di dewama mîtîngê de Ronahî Avşîn, Alo Şemoyan û Îşxan Şemoyan axivîn û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li seranserê Kurdistanê ji bo yekîtiyê bang li gelê Kurd kir.

Di dawiya mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî gelê Kurd", "Bila azad be Serok Apo" hatin qîrîn.