Li Ermenistanê Jinên Kurd bo piştgiriya Rojava çalakî pêk anîn

Li Ermenistanê Jinên Kurd bo piştgiriya Rojava çalakî pêk anîn

Jinên Kurd îro li Ermenistanê ji bo piştgiriya Rojava li hev kom bûn û êrişa li ser gelê Rojava bi tundî şermezar kirin.

Îro Meclisa Jinan Kurd a Ermenistanê bi komcivînekê êrîşên li hemberî  Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezarkirin.Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji  bo şehidên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.Di civinê de endamê meclîsa jinan Medya Rêzan civîn bi rê ve bir û di civinê de axivî û got: “Em di serî de têkoşîna şoreşa gelê me yê Rojava bi dil û can silav dikin û êrişên li ser gelê me û komkujiya tên kirin bi tundî şermezar dikin.Ev nêzî du sal e gelê me yê Rojava bi fikr û ramana Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku xeta sêyemin esas girtine, dayê peşiya gelê me û xweseriya xwe îlan kiriye, gelê xwe diparêzin.Bi parasitina rewa û bi heza gelê xwe artêş, yekîtiya parastina gel YPG ava kirine. Îro gihiştine wê radeyê ku di Rojava da Yekîtiya Desteya Bilind ava kirine û yekîtiya xwe îlan kirine. Em silav dikin. Em ji vir bang li hemû gelê xwe dikin îro roja yekîtiyê û li hev xwedî derketinê ye. Lê mixabin hikûmeta Başûr derî li ser gelê Rojava girtiye û nahêle gel pêdiviyên xwe pek bîne û bi dijmin re ketiye tifaqê. Em wan bi tundî şermezar dikin.”

Piştre dayik axivîn û gotin: “Em têkoşîna gelê me yê Rojava silav dikin û bila gelê me welatê xwe terk nekin, aqûbeta ku hat serê bav û kalên me, bila neyê serê wan. Ji ber ku dijminên me her tim dixwazin me ji welatê me derxin, ji ber wê yekê em dibejin ev roj roja namûıs û şerefê ye. Cîhan hemû bûye xwedî welat em di nava cîhanê bê war û welat in. Îro roj roja me Kurdan e, Xwedê di dawiyê de li me Kurdan jî hatiye rehmê û pêwîst e em Kurd vê carê li xwe û welatê xwe xwedî derkevin. Ji bo me Kurda Xwedê yekî weke Birêz Serok Abdullah Ocalan dayê me û roj li me hatiye rehmê. Vê carê Kurd, cara yekê ji bo xwe şer dike û ji bo xwe dimire. Ji bo xwe û namûs û şerefa xwe difikire û şer dike. Ji ber wê yekê em keç û xortê Kurdan bi dil û can silav dikin û heta xwîna xwe ya dawiyê em li pey gelê xwe bin.” Civîn dirûşmaya ‘Şehîd namirin, Bijî Serok Apo,  bijî PKK, Bijî YPG, Bijî Kurd û Kudistan dawî bû.