Li Ermenistanê ji bo zimanê Kurdî sertîfîka û pirtûk hatin belavkirin

Li Ermenistanê ji bo zimanê Kurdî sertîfîka û pirtûk hatin belavkirin

Li herêma Akbaranê ya Ermenistanê gundê Elegezyê têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de sertîfîkayên mamosteyan hatin belavkirin. Her wiha 3 pirtûkên ku ji aliyê helbestavan û nivîskarê Kurd Elîxanê Memê ve hatine amadekirin li mamosteyan hatin belavkirin.

Li Ermenistanê herêma Akbaranê gundê Elegezyê têkildarî perwerdeya zimanê Kurdî li Mala Muxtaran a gund bi organîzasyona Şewra Gelê Kurd a Ermenistanê û Komîteya Kurdistan merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Şêwra Kurd a Ermenistanê Kinyasê Hemîd, Alîkarê Wezareta Perwerdeyê, Waliyê herêma Akbaranê, muxtarên 11 gundan û mamostayên zimanê Kurdî jî amade bûn.

Merasîm ji aliyê Serokê Şêwra Kurd a Ermenistanê, Kinyasê Hemîd ve hat rêvebirin.

Merasîm ji bo cangoriyên Kurdistan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Kinyasê Hemîd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Şengal û Rojava, êrîş û komkujiyên çeteyan bi tundî şermezar kir, berxwedana gelê Rojava silav kir.

Hemîd têkildarî êrîşên li hember Şengalê jî banga piştevaniyê li gel kir û ji bo berxwedana Şengal banga vegerê li gel kir. Hemîd wiha got, “Gelê me yê Şengalê ev demeke êş û azareke gelekî mezin dikşîne. Pêwîst e gelê Êzidî ji warê xwe dûr nekeve û di demek kurt de vegerin ser warê bav û kalê me. Ez Hêzên Berxwedana Şengalê (HBŞ), HPG, YJA STAR, YPG û YPJ’ê ku bê teredût canê xwe kirin mertal û li hember terorîstên DAIŞ ê sekinîn û gelê me ji wê tunekirinê rizgar kirin, bi dil û can silav dikim.”

Hemîd der barê perwerdeya zimanê Kurdî got ku wê li Ermenistanê di dibistanan de heta pola 9 zarokên Kurd karibin perwerdeya bi zimanê Kurdî bibînin û ji ber vê kesên ev derfet spas kir.

Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê jî ku di merasîmê de amade bû got kuji ber kêmarên li welatê wan bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin kêfxweş in û wiha dewam kir, “Em jî weke wezareta xwendinê ji bo mamostayan em sertîfîkayan didin û ji vir û şûnde 19 mamoste wê dersên zimanî Kurdî bidin.”

Piştî axaftinan sertîfîkayên mamosteyan hatin belavkirin. Waliyê herêma Akbaranê jî di merasîmê de amade bû.

Paşê jî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê û Elîxanê Memê ve pirtûk li dibistanan hatin belavkirin.

Mamoste û muxtarên gundan jî diyar kirin ku ji bo pêşxistin û fêrkirina zimanê Kurdî çi ji destê wan bê wê bikin.