Li Ermenîstanê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranin

Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê Şehîdên Meha Gulanê bi civinekê hatin bibîranîn.

Li paytexta Ermenîstan Êrivanê Komîteya Kursdistanê ji bo bibîranîna şehîdên Meha Gulanê civînek lidar xist. Di civinê de Endamê Komîteya Kurdistan Mahsum Hesen axivî, yek ji damezrînerên PKK’ê Hakî Karer û mehû şehîdên meha Gulanê bibîranî.

Mahsum wiha domand; “Ger îro em li cîhanê hatine naskirin û tevgera azadiyê di her alî de mezin bûye, ev bi saya şehîdane. Rêber Apo ji bo hevalê Hakî Karer wiha got ‘Rûhê min ê veşartiyê’. Em dikarin bi pratîk û xebata xwe bibin layiqê şehîdan. Bi şehadeta heval Hakî tevayî şehîdên şoreşê rêxistina me mezin bû û gihişt artêşê.”

Piştre Endama Komîteya Jin Dayê Kobar axivî û wiha got; “Ji bo xwedî derketina li şehîdan divê em ked bikin û ji bo şehîdan bibin bersiv. Divê soza me bibe pratîk. Li Îmralî tecrîdeke girankirî li ser Rêzdar Ocalan heye vê tecrîdê em şermezar dikin û em qebûl nakin. Heta em agahiyek ji Rêber Ocalan negirin em ê li qadan bin û çalakiyên me wê bidome.”

Endamê Komîteya Kurdistan Milo Qalaşyan jî axivî û wiha got; “Îro ji bo gelê Kurd rojeke taybet e. Divê wek Kurdistaniyên li Ermenîstanê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Divê Kurd yekîtiya xwe tifaqa xwe ava bikin û dev ji dijminahiya hev berdin.”

Seroka Komîteya Kurdistan Jênika Qadir jî herî dawî axivî û wiha got; “Îro rojeke gelek giran û ji bo Kurdan gelek girînge. Divê em xwedî li malbatên şehîdan û tevgera azadiya Kurdistanê derbikevin. Erdogan wê hesabê van rojan bide gelê Kurd, em ê hesabê şehîdan jê bixwazin. Divê gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derkeve.”