Li Erdîşê vekirîna buroya hilbijartinê veguherî mîtîngê
HDP’ê li Wanê Erdîşê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelê Erdîşê got ku wê li hemberî dizan xwedî li daxwaza Leyla Guvenê derkeve.
HDP’ê li Wanê Erdîşê buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Gelê Erdîşê got ku wê li hemberî dizan xwedî li daxwaza Leyla Guvenê derkeve.
HDP’ê li navçeya Erdîş a Wanê buroya hilbijartinê vekir. Şandeya ku namzeda hevşaredariya bajarê mezin Wanê ya HDP’ê Bedia Ozgokçe Ertan, hevserokê DBP’ê yê bajêr Okkeş Kawa û nûnerên KCD’ê jî di nav de, li qada Erdîşê ya li ber fabrîkaya şekir bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat, hat pêşwazîkirin.
'ERDÎŞ WÊ LI HEMBERÎ DIZAN LI VÎNA XWE XWEDÎ DERKEVE'
Şandeya ku li vê derê hatî pêşwazîkirin, ber bi navenda bajêr ve ku wê buroya hilbijartinê lê bê vekrin ve kete rê. Vekirina buroyê veguherî mîtîngê. Namzeda hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetin, ji girseyê re axivî, spasî ji beşdarvanan re kir û çalakiya Leyla Gunevê silav kir. Çetin, got, “Wê gelê Erdîşê li hemberî dizan xwedî li vîna xwe derkeve.”
Namzedê hevşaredariyê Mahmut Pala jî bal kişand li ser kirinên qayyumên dagirker û got ku wê gelê Erdîşê di sindoqan de bersiveke xurt bide polîtîkayên qayyûm.
'EM Ê 31’Ê ADARÊ DE XWEDÎ LI DAXWAZÊN GUVENÊ DERKEVIN'
Namzeda hevşaredariya Wanê ya HDP’ê Bedia Ozgokçe Ertan jî axivî û got ku gelê Erdîşê her tim bi coş xwedî li partiya xwe deketiye û polîtîkayên qirkirinê vala derxistine. Li hemberê van polîtîkayên desthildatdariyê yên faşîzane wê gelê me 31’ê Adarê xwedî li partiya xwe û berxwedana Leyla Guvenê derkeve û em ê bi hev re aştî, aramî bînin welat.
Piştî axaftinan Ozgokçe û şendeya pê re buroya hilbijartinê vekirin.